Hîlalî:Dosya girtiyan demek nêzîk dê bê çareserkirin
Kurdistan 04:47 PM - 2026-04-25
North Press
Ehmed Hîlalî Berdevkê Tîma Serokatiyê ji bo Dosyeya Têkelkirin
Ehmed Hîlalî,Berdevkê
Tîma serokatiyê ya ku bi cîbicîkirina Rêkeftina 29ê Çile hatiye erkdarkirin, îro roja Şemiyê ragihand
ku dosyaya girtiyan dê di demek nêzîk de
were çareserkirin, û çi helmeta pevguhertinê nîne;me ew qonax derbas kiriye.
Hîlalî aşker
kir ku hikûmetê rêveberiya girtîgehan girtiye ser xwe û dê hemû endamên berê
yên HSDê berde, û dê dosyayên girtiyan bi rêya nivîsgeha yasayî ya Wezareta
Dadê binirxîne di heman demê de helmeta serbestberdana girtiyan bileztir bike.
Her weha
Hîlalî got:Ji ber tiştê ku li Koşka Dadê ya li Qamîşlo rû daye, roja din
civînek bi Birêz Mezlûm Ebdî û nûnerê serokatiyê re hate lidarxistin, û em li
wir bi berfirehî li ser sedemên nakokiyê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkê axivîn
û me civînek din bi parêzgar û şêwirmendên di rêveberiya xweser de li dar xist
û nêrîna çalak ji bo vê hefteyê pêşxist û emê bi Wezîrê Dadê re bicivin daku
rastiya rewşê û çareseriyên berdest û gengaz şîrove bikin.
Hîlalî tekez
kir ku Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) pabend in bi
cîbicîkirina rêkeftinê û çi alternatîfek ji bo cîbicîkirina wê tune,Tiştê ku em
pêre rû bi rû dimînin ne kêmasiyek di vîna her du aliyan de ye ji bo gihîştina
çareseriyekê, lê hin alî hene ku dibe ku berjewendiyên wan ziyanê bibînin, ji
bilî hin hûrguliyên teknîkî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

