Wezîrê derve yê Îranê digihîje Pakistanê û danûstandin dest pê dikin
Cîhan 08:08 PM - 2026-04-24
Ajans
Wezîrê derve yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ber bi Pakistanê ve bi rê ket û dê
serdana çend welatên din jî bike. Sê çavkaniyan eşkere kirin ku hîna tîma
teknîkî ya Amerîkayê li Îslamabadê mane û di paşerojeke nêzîk de gera duyem a
danûstandinên aştiyê dê bi rêve biçe.
Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihand: Wezîrê Karên Derve
yê Îranê Ebas Êraqçî, îro 24.04.2026an, ji bo gotûbêjkirina li ser
danûstandinên welatê xwe bi Amerîkayê re, ber bi Îslamabada paytexta Pakistanê
ve bi rê ketiye. Li gorî malpera Îranî, Êraqçî ji bilî Pakistanê dê serdana
Oman û Rûsyayê jî bike.
IRNAyê amaje bi wê yekê jî kiriye: Armanca serdanê
gotûbêjkirina geşedanên herêmê, şerê welatê wî bi Amerîka û Îsraîlê re û
danûstandinên agirbesteke hertimî ye.
Ev di demekê de ye ku ev çend roj in Îslamabad amadekariyan
ji bo gera duyem a danûstandinan dike ku hîna diyar nîne dê kengî bi rêve biçe.
Her wiha nehatiye rûnkirin ka Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê geşta xwe de dê
bi berpirsên Amerîkayê re bicive yan dê ji bo gotûbêjên danûstandina navbera
wan were paşxistin.
Hevdem, li gorî sê çavkaniyan, di nêzîk de danûstandinên
aştiyê di navbera Îran û Amerîkayê de li Pakistanê dê dest pê bikin e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

