Qubad Talebanî digel Serokomarê berê yê Turkiyê civiya

Kurdistan 10:06 PM - 2026-04-22
Qubad Talebanî û Ebdulah Gul Nivîsingeha Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Ebdulah Gul

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di çarçoveya Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Delphî de digel Serokkomarê berê yê Turkiyê Ebdulah Gul civiya.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand û got:Ez kêfxweş bûm ku bi Birêz Ebdullah Gul, Serokkomarê berê yê Turkiyê re hevdîtin pêk anîm û ji bo piştgiriya wî ya ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Turkiye pîrozbahî lê kirim.

Wî bi bîr xist ku pêvajoya aştiyê xewneke mezin ya Serok Mam Celal bû û wî di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Turk re her tim hewl da ku pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û dûrî şer û tundûtûjiyê çareser bike.

Her weha birêz Gul pesna helwestên herêmê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yên derbarê nakokiya (Amerîkî-Îsraîlî) ya bi Îranê re da.

Bi boneya guhertinên îdarî yên li Kerkûkê,Gul pesna siyaset û helwestên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê da, ku ji bo xurtkirina giyanê biratî û jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê de dixekar bikin.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket