Qubad Talebanî daxwaza geştên navbera Silêmanî û Atîna dike

Kurdistan 08:44 PM - 2026-04-22
Hevdîtinên Qubad Talebanî li Atînayê Nivîsingeha Ragihandina Qubad Talebanî

Hevdîtinên Qubad Talebanî li Atînayê

Qubad Talebanî

Di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li kêleka Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya Delphî de, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi Giorgos Yerapetritis, Wezîrê Karên Derve yê Yunanê re civiya.

Di hevdîtinê de, pêşketinên têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yunanê de di salên borî de hatin gotûbêjkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewlên ji bo pêşxistina hevkariyê di warên bazirganî, geştiyariyê, xwendina bilind û çandiniyê de kirin.

Di vê çarçoveyê de, Cîgirê Serokwezîr bi fermî daxwaza vekirina rêyeke esmanî ya rasterast di navbera Silêmanî û Atîna de kir, ku ev yek dê bibe alîkar ji bo xurtkirina peywendiyên aborî û geştiyariyê di navbera her du aliyan de.

Di civînê de her wiha pêşketinên şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê de ji aliyekî ve û Îranê ji aliyê din ve, û bandorên wê li ser aboriya herêmê û hejmarek welatên cîhanê, ji bilî metirsiyên ku ewlehiya enerjiyê tehdît dikin û dabînkirina wê têk didin, hatin gotûbêjkirin,herdu aliyan daxwaz ji Amerîka û Îranê kirin ku agirbestê wekî derfetek ji bo diyalogê û çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane bikar bînin.

Li aliyekî din ê civînê, serkeftina lidarxandina Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya Delphî li Silêmaniyê di sala borî de hate tekez kirin, û pêwîstiya berdewamiya hevkariyê hate destnîşankirin daku ew di salên pêş de li bajêr were lidarxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket