Macron xelata Lejyonê Rûmetê diyarî Nadiye Murad kir
Kurdistan 06:03 PM - 2026-04-22
Şefeq News
Di merasîmekê de Macron xelata Lejyonê Rûmetê dide Nadiya Murad
Nadiye Murad, çalakvana mafên mirovan û xwediyê Xelata
Aştiyê ya Nobelê, di merasîmekê de ku roja Sêşemê li Qesra Élysée hate
lidarxistin, xelata Lejyonê Rûmetê ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron wergirt.
Nîşana Lejyonê ya Rûmetê
xelata neteweyî ya herî bilind li Fransa ye, ku ji kesên ku xizmet û beşdarîyên
wan pabendbûnek bêhempa ji bo nirxên rûmet, dadperweriyê û mirovahiyê nîşan
didin re tê dayîn.
Nadiya got: Ez ji Serok Fransa Emmanuel Macron û gelê Fransî re ji
bo vê rûmetê spasdar im ji berk u Fransa di rawestana li kêleka kesên hatine rizgarkirin
û pêşxistina dadpereweriyê de serokatiyek rastîn nîşan da.
Her weha Nadiye Murda got: Ev rûmet ne
tenê ji bo min e, lê ji bo her kesê ku sax maye û dengê xwe derxistiye û ji bo
her kesê ku ji bo dadperweriyê û ji nû
ve avakirina jiyana xwe têdikoşe ye.
Di merasîmê de, serokê Fransa wêrekiya Nadiye Murad û
hewldanên wê yên cîhanî ji bo pêşxistina lêpirsînê, hêzdarkirina kesên
rizgarbûyî, û piştgiriya civakên ku ji şer bandor bûne, di nav de rola wê di
eşkerekirina tawan û binpêkirinên DAIŞê de, pesnê wê da.
Li gorî Macron, xebata wê di avakirina tevgereke
navneteweyî ya mezinbûyî de jî beşdar bûye ku balê dikişîne ser bidestxistina dadperweriyê
û pêşîgirtina li tundûtûjiya têkildarî şer.
Nadiye Murad yekem jina Îraqî ye ku vê rûmetê
werdigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

