Serok Bafil:Hewlên bo têgihîştin û agirbesteke mayînde berdewam in

Kurdistan 04:40 PM - 2026-04-21
Serok BafIl digel Balyozê Libnanê li Îraqê Ragihandina Serokê YNKê

Serok BafIl digel Balyozê Libnanê li Îraqê

Serok Bafil Celal Talebanî

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li mala Mam ya li Bexdayê pêşwazî li Xelîl Ebdulah, Balyozê Libnanê yê li Îraqê kir.

Di civînê de rewşa herêmê hat gotûbêjkirin û her du aliyan dilgeraniya xwe ji bo çareserkirina aloziyan bi awayekî aştiyane û derbaskirina vê rewşê û xurtkirina binemayên aştiyê li herêmê anîn ziman.

Serok Bafil ew êrîşên li ser Libnanê yên berê şermezar kir û got:Her hewldanek wisa li dijî binemayên civaka navneteweyî ye.

Di civînê de tekezî li ser bi serxitina hewildanên ji bo berdewamiya lihevkirinan û agirbesteke mayînde li Libnanê kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket