Pakistan bo Trump:Li dijî Îranê gotinên tund bikar neyne
Cîhan 09:57 AM - 2026-04-21
Medya
Pakistan di navbera Îran û Amerîka de navbeynkariyê dike
Berpirsekî
Pakistanî dibêje ku welatê wîdaxwaz ji
Serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye ku li dijî Îranê gotinên tund bikar neyne,
ji ber ku Îslamabad dixwaze di navbera Tehran û Washingtonê de navbeynkariyê
bike.
Rojnameya
Washington Post li ser zarê ew berpirsê Pakistanî belav kiriye ku,Îslam Ebadê
peyamek ji bo Donald Trump şandiye û hişyarî daye wî ku di medyayê de gotinên
tund bikar neyne.
Wê rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye ku, Pakistan, ku mêvandariya gereke nû ya danûstandinan di
navbera Washington û Tehranê de dike,hewldanên xwe zêde kiriye daku serokê
Amerîka razî bike ku ji danûstandinên tehdîdkar dûr bisekine daku her du welat
bikaribin li ser nakokiyên xwe lihevkirinekê bikin.
Pakistan
hewl dide ku rola xwe ya navbeynkar bikar bîne daku pêgeha xwe ya navneteweyî
xurt bike, her çend rastî astengiyan hatibe jî.
Ev yek jî di demekê de ye ku, Karbidestên payebilind yên Amerîkî
û Îranî roja 11ê Nîsana 2026an de gihîştin Îslam Ebad ya paytexta Pakistanê ji
bo danûstandinan ji bo bidawîanîna şerê şeş hefteyî,lê Tehran guman xist li
ser danûstandinan, û dibêje ku ew bi bê pabendbûnên pêşwext yên derbarê Libnanê
û rakirina sizayan nikarin pêşve biçin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

