Nîzar Amêdî: Divê Kerkûk wekî modêleke pêkvejiyanê bimîne

Kurdistan 11:31 PM - 2026-04-20
Serokkomarê Îraqê Ragihandina Serokkomar

Serokkomarê Îraqê

Kerkûk

Nîzar Amêdî Serokkomarê Iraqê, pêşwazî li Mihemed Seman Kenan kir û fermana destnîşankirina wî wekî Parêzgarê Kerkûkê radestî wî kir û hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de ji bo wî xwest.

Di hevdîtina ku îro Duşemê 20/4/2026 li Koşka Bexdayê birêve çû de, Serokkomar teqezî li ser giringiya zêdekirina hewlan ji bo xizmetkirina niştecihên parêzgeha Kerkûkê û karkirin ji bo çespandina aramiya ewlehî û civakî li parêzgehê kir, bi awayekî ku li gel daxwazên welatiyan û bidestxistina geşepêdana berdewam be. Her wiha tekezî li ser pêdiviya hevahengiya navbera dezgehên navxweyî û hikûmî kir ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên herî baş û başkirina rewşa jiyanê.
Serokkomar amaje bi wê yekê kir ku danîna Parêzgarê Kerkûkê li gorî rêkarên destûrî û hevaheng bi wan lêktêgehiştinane ku aramiya parêzgehê û hevsengiya pêkhateyên cuda mîsoger dikin. Wî dubare kir ku divê rêveberiya Kerkûkê wekî modêla pêkvejiyan û hevbeşiyê bimîne ku bêyî cudahî xizmeta hemû niştecihên xwe bike.

Ji aliyê xwe ve, Mihemed Seman Kenan spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokkomar kir ji bo vê baweriyê û teqez kir ku ew ê bi dilsozî û berpirsyarî kar bike ji bo xizmetkirina parêzgeha Kerkûkê û niştecihên wê bêyî cudahî, her wiha ji bo xerckirina hemû hewlan di pêna we bi destxistina aramiyê û dabînkirina pêdiviyên welatiyan.

PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket