Qubad Talebanî bi Serokê Yekîtiya Futbolê ya Îraqê re civiya

Kurdistan 07:34 PM - 2026-04-20
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

werziş

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, pêşwaziya Serokê Yekîtiya Futbolê ya Îraqê Ednan Dercal kir û bi hev re li ser rewşa werzîşê ya li Îraq û Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civîna ku roja duşemê (20/4/2026) hat lidarxistin de, Qubad Talebanî ji ber serkeftina dîrokî ya tîma neteweyî ya Îraqê bo Moniyalê pîrozbahî li Serokê Yekîtiya Futbolê ya Îraqê kir û hewildanên wî yên di pêşxistina futbolê de bilind nirxandin.
Her du aliyan giring dît ku asta hevkarî û hemahengiya di navbera Herêm û Bexdayê de were xurtkirin ji bo profesyonelkirina futbolê, her wiha bihêzkirina asta klûban û avakirina binesaziyeke qewîn ji bo perwerdekirin û gihandina lîstikvanên pêeyî.
Di dawiya civînê de, Ednan Dercal dresê tîma neteweyî ya Îraqê û topa taybet a Mondîala 2026an wekî diyarî pêşkêşî Cîgirê Serokwezîr kir.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket