Gera duyemîn a danûstandinên Amerîka û Îranê li Pakistanê dest pê dike

Cîhan 10:48 AM - 2026-04-20
Alayên Amerîka û Îranê PUKMEDIA

Alayên Amerîka û Îranê

Îran

Biryare ku îro Duşememê 20ê Nîsana 2026an bi mebesta danûstandin û gihîştina rêkeftinekê ligel Îranê, şandeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigihe Îslamabadê. Ajansên cîhanî jî amaje bi wê dikin ku danûstandinên dîplomatîk girêdayî egera xuleke nû ya danûstandinan ligel Îranê ne.

Armanca sereke ya serdana şanda Amerîkayê bo Îslamabadê guftûgo û danûstandin e, lê heta niha ne zelal e ku Tehran dê beşdar bibe yan na. Di heman demê de, ajansa Tesnîm a Îranî di raporekê de diyar kiriye ku berpirsên Îranê bi tevahî biryara dawî nedane derbarê beşdarîkirina di wan danûstandinan de. Beşek ji ajansên nûçeyan ên Îranî jî ragihandine ku sibê şanda Îranê dê bigihe Pakistanê.

Herwiha, desthilatdarên Pakistanê beriya hatina şandeyê rênimayên ewlehiyê yên tund li seranserî herêmê girtine ber û li gorî ajansên nûçeyan ên navxweyî yên wî welatî, çend rê hatine girtin. Di çarçoveya amadekariyan de ji bo vê serdana asta bilind, gihîştina bi deverên hestiyar ên hikûmetê hatiye sînordarkirin.

Ev di demekê de ye ku di 11ê Nîsana 2026an de, berpirsên pilebilind ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê bi mebesta dawîanîna bi nakokiyên şeş hefteyî yên navbera wan, gihîştibûn Îslamabada paytexta Pakistanê. Lê Tehranê guman xistibû ser danûstandinan û ragihandibû ku ew nikarin bêyî sozên pêşwext ên derbarê Lubnanê û rakirina sizayan berdewam bin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket