Jiwan Sabîr:Emê bi ramanên nû geştiyariyê pêş bixin

Kurdistan 04:21 PM - 2026-04-19
Jiwan Sabîr Seroka bi Wekalet ya Desteya Geştiyariyê PUKMEDIA

Jiwan Sabîr Seroka bi Wekalet ya Desteya Geştiyariyê

Jiwan Sabîr Seroka bi Wekalet ya Desteya Geştiyariyê peyamek li ser dest bi karbûna xwe belav kir û têde spasiya Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr kir û ragihand ku, ji bo ku ew baweriya daye wê, ew tekez dike ku ewê her gavê ji bo her ramanek ku geştiyariyê pêş dixe dê vekirî be.

Naveroka peyama Jiwan Sabîr, Seroka bi Wekalet ya Desteya Geştiyariyê:

*Berpirsiyariyên nû û xizmetên nû*

Ez kêfxweş im ku tevî karê min wekî Rêveberê Nivîsgeha Cîgirê Serokwezîr, min îro wekî Seroka bi  Wekalet ya Desteya Geştiyariyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

Ezê bi hevkarên xwe yên di hikûmetê de, bi taybetî rêveberî û rêveberîyên giştî yên Desteyan re, hemû hewla xwe bidim daku geştiyariyê li Herêma Kurdistanê,ku xwedî çarçoveyek berfireh û hawîrdorek guncaw ji bo vê kertê ye, pêş bixim.

Min berê jî gotibû ku geştiyariyek sebetek berdest e ji bo xurtkirina hem kertên taybet û hem jî yên giştî,ji ber vê yekê, ji îro û pêve, ez soz didim ku; ezê her gavê ji bo her ramanek ku geştiyariyê pêş dixe vekirî bim, û emê hemî hêsankariyan bidin hikûmetê da ku ev sektor bigihîne astek ku bi xwezaya Herêma Kurdistanê û îradeya me û welatiyan re lihevhatî be.

Ez dixwazim spasiya Xanim Emel Celal bikim ji bo xebata wê yên salên borî ji bo pêşxistina geştiyariyê.

Her weha spasiya Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr dikim, ji ber ku ew bawerî daye min.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket