Li Nînewa sê gorên komî hatin kolandin
Kurdistan 02:23 PM - 2026-04-19
Kurdsatsat News
Kolandina gorên komî
Li Nînewa sê
gorên komî yên qurbaniyên destên terorîstên DAIŞê hatin kolandin, ku têde rûfatên
bi dehan kesan, di nav de rufatên hejmarek Pêşmergeyan jî hene, parêzgarê
Nînewa dibêje ku dîroka van guhertinan vedigere bûyerên sala 2015 an.
Komîteya Gorên Komî ragihand ku wan dest bi proseya kolandina çend gorên
komî li qeraxa rast yê Mûsilê kiriye ku têde rufatên qurbaniyên DAIŞê hene.
Ehmed Esedî, endamê komîteyê, ragihand ku rufatên hejmarek sivîl,
Pêşmerge û xelkê Mûsilê di goran de hatine dîtin.
Her weha
dibêje:Ewê li ser lêkolîna çend cihên din yên ku guman tê kirin gorên komî yên
din hene, berdewam bikin.
Ji aliyekî
din ve, Zeyd Ebas, Rêveberê Ofîsa Pizîşkê Dadwerî ya li Mûsilê got: Sê gorên
komî hatine kolandin ku bi dehan rufat têde ne.
Her weha got: Term dê ji bo pişknîna DNAyê ji bo naskirina
nasnameya wan û radestkirina wan bo xizmên wan werin şandin.
Parêzgarê Nînewa Ebdulqadir Dexîl, ku çavdêriya pêvajoyê dikir, aşkere
kir ku,dîroka van goran vedigere bûyerên sala 2015an û rufatên jin, zarok,
welatiyên pêkhateya Êzdî û Pêşmergeyan di goran de ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

