Rêbwar Teha:Emê şopdarê rêya Serok Mam Celal bin bo xizmeta Kerkûk û xelkê wê
Kurdistan 11:01 AM - 2026-04-17
PUKMEDIA
Rêbwar Teha
Di peyamekê de ji bo xelkê Kerkûkê, parêzgarê berê pabendbûna xwe ya ji
bo xizmetkirina wan piştrast kir.
Rêbwar Teha di nameya xwe got:Ez spasiya Birêz Bafil Celal Talebanî,
Serokê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê, dikim ji bo ku postê parêzgariyê
emanetî min kir.
Her weha aşkere kir ku di dema erkên min de, em rastî gelek pirsgirêkên ewlehî,
darayî û îdarî hatin,me ji bo Parêzgeha Kerkûkê budçeyek taybetî wernegirt; me
tenê kojmê beşek ji dahatên petrodolar wergirt, ne ji %7ê budçeyên ku ji
parêzgarên berê re hatine veqetandin zêdetir,eger min çaryeka budçeyên
parêzgarên berê jî werbigirta, min dê Kerkûk veguherîna bajarekî bi tevahî
cûda.
Teha dazanîn ku me qet dev ji xizmetkirina gel berneda; berevajî vê, em
vegeriyan cem wan û bi xîret xebitî daku baweriya di navbera gel û hikûmetê de
vegerînin û ruhê jiyana hevbeş di navbera civakên cihêreng yên Kerkûkê de xurt
bikin û me her wiha piştrast kir ku xizmet gihîştin taxên paşguhkirî, û encamên
tevahî yên xebata me dê di salên pêş de eşkere bibin.
Rêbwar Teha got:Tevî ku min di hilbijartinên parlemanê de 97 deng hezar wergirt jî, gelek post li Bexdayê
ji min re hatin pêşkêş kirin,lê ez ji Kerkûk derneketim,min tercîh kir ku
bimînim û xizmetê jê re bikim, û min biryar daku heta wekî karmendek asayî jî
xizmetê ji Kerkûk re bikim.
Rêbwar Teha got:Min postê Cîgirê Yekem yê Parêzgarê Kerkûk pesend kir daku
xizmeta gelê wê bikim,ez naxwazim dîsa Kurdan bêpar bikim, û ezê nehêlim ku
projeyên ku me dest pê kirine neqediyayî bimînin.
Parêzgarê berê got:Di vê rewşê de, min neçar ma biryarek bidim ku xizmeta
berjewendiyên gel û Kerkûk bike, tevî zehmetiya wê, lê divê xizmetên min
berdewam bikin.
Ragihand jî di sal û nîvê borî de, sê caran ez rastî hewldanên kuştinê hatim,
lê min berdewam kir ku xizmeta bajarê Kerkûk bikim û ezê berdewam bikim ku
xizmeta gelê Kerkûk bikim û emê ji bo Kerkûk û gelê wê rêya Serok Mam Celal
bişopînin,ev qonax dê derbas bibe, û emê ber bi paşerojek çêtir û geştir ve
biçin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

