Hevserokatiya PYD pîrozbahiyê li Serokkomar Nîzar Amêdî dike

Kurdistan 02:05 PM - 2026-04-14
Hevserokên PYD Xerîb Hiso û Perwîn Yusif PYD rojava

Hevserokên PYD Xerîb Hiso û Perwîn Yusif

Rojavayê Kurdistanê

Hevserokatiya PYD bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Îraqê ,di peyamekê de pîrozbahiyê li Nîzar Amêdî Serokkomarê yê Îraqê dike

Peyama pîrozbahiyê:

Ji bo Serokkomarê Komara Îraqê…

Birêz Nîzar Amêdî


Em pîrozbahiyên xwe yên biratî yên germ ji bo hilbijartina te wek Serokkomarê Komara Îraqê pêşkêşî te dikin, di vê serdema hesas ya dîroka herêmê de di bicihanîna erkên te yên neteweyî de serkeftin û bextê te dixwazin.

Em hêviya xwe ji bo hewildanên we yên ji bo xurtkirina peywendiyên biratî û aştiyê di navbera pêkhateyên gelê Îraqê de diyar dikin, em tekezî li ser rola pêşeng ya gelê Kurd li herêmê û girîngiya ku ezmûna Îraqê wekî modelek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û misogerkirina beşdariya dadperwer ya Kurdan di rêveberiya dewlet û saziyên wê de were şopandin, dikin.

Em wergirtina vê postê ji aliyê we ve wekî destkeftiyek neteweyî ya Kurd dibînin ku îradeya ji bo jiyana hevbeş û hevkariyê nîşan dide û xizmeta xwestekên gelên herêmê yên ji bo aramî û demokrasiyê dike.

Em li hêviya avakirina peywendiyên baştir û xurtkirina xebata hevbeş bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gel û welatên me bike ne.
Bi hêviyên serkeftinê ji bo we.

Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

14-04-2026

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket