Serokkomar:Divê malbatên qurbaniyên Enfalê bên qerebûkirin
Kurdistan 12:21 PM - 2026-04-14
Serokatiya Komarê
Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê
Di salvegera 38.emîn ya komkujiya Enfalê de, serokkomarê Îraqê daxwaza qerebûya
madî û exlaqî ji malbatên qurbaniyan re kir û tekezî li ser ji nû ve avakirina
deverên ku ji ber êrîşan wêran bûne kir.
Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî di salvegera 38emîn ya komkujiya Enfalê ya
1988an de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, di karesatê de zêdetirî 182
hezar zarok, mêr û jinên kal ên gelê Kurd bûne qurbanî, serokkomar
kempîna Enfalê wekî yek ji tawanên herî hovane yên qirkirinê di dîroka nûjen de
bi nav kir, ku birînên wê yên bi êş hîn jî di wijdanê mirovahiyê de mane.
Bi boneya vê karesatê, Nîzar Amêdî daxwaz ji hikûmetên federal û Herêma
Kurdistanê kir ku hewlên xwe ji bo lêgerîna rûfatên hemû şehîdan di gorên komî
de û vegerandina wan bo xizmên wan zêde bikin.
Her di Di daxuyaniya xwe de, serokkomar tekezî li ser pêwîstiya qerebûkirina
ziyana mirovî û madî ya malbatên qurbaniyan kir, ev jî piştî wê yekê tê ku,Dadgeha
Bilind ya TawanAn ya Îraqê Enfal wekî tawanek jenosîd û tawanên li dijî
mirovahiyê nas kir.
Serokkomarê Îraqê her wiha daxwaza lênêrîna bêtir ji bo kesên ku ji
bandorên çekên qedexekirî yên navneteweyî êş dikişînin kir.
Hevdem destnîşan kir ku divê deverên ku ji ber kempînên Enfalê bandor
bûne bi bingehîn ji nû ve werin avakirin, daku xizmetgpzarî bikaribin bigihîjin
cihên ku di demên berê de wêran bûne.
Di dawiyê de jî, Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî tekez li ser girîngiya
xurtkirina yekîtî û hevgirtinê di navbera hemû pêkhateyên gelê Îraqê de kir,ku
parastina destkeftiyan û parastina sîstema demokratîk tekane riya bidestxistina
pêşerojeke baştir e ku têde dadmendî, aştî û serfirazî ji bo hemû welatiyan
peyda dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

