Serokkomar: Rêbaza Mam me ber bi rêyeke baş ve dibe
Îraq 11:55 AM - 2026-04-13
PUKMEDIA
Nîzar Amêrî serokkomarê Îraqê
Serokkomarê Îraqê li ser mezara Mam Celal got: Heke em li ser wê rêbaza ku
Serok Mam Celal ji bo me daniye bimeşin, emê ber bi encameke baş ve gavan
bavêjin. Derbarê rewşa Îraqê de jî got: Divê em hewl bidin Îraqê ji vê şerê ku
heye û ne şerê me ye, biparêzin.
Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê, piştî ku ji Balafirgeha
Navneteweyî ya Celal Talebanî gihîşt Silêmaniyê, serdana mezara Serok Mam Celal
kir û ragihand: Min hemû jiyana xwe bi Serok Mam Celal re derbas kiriye. Mam
Celal serkirdeyekî mezin ê Îraqê bû, ez wî wek mamoste û serkirdeyê xwe
dibînim. Ew rêbaza ku Mam Celal li Îraqê ava kiribû, rêbazeke nayê jibîrkirin e
û li Kurdistan, Îraq û cîhanê jî deng vedaye.
Her wiha got: Mam Celal rêyek ji bo me daniye ku heke em li
ser bimeşin, em ê ber bi qonaxeke baş ve gavan bavêjin. Ew serkirde her dem
zindî ye û bi me re ye.
Ji aliyê din ve ragihand: Tevî ku Îraq di rewşeke xirab de
derbas dibe, lê kariye Desteya Serokatiya Encumena Nûneran û Serokkomar
hilbijêre ku du gavên girîng in. Divê di çend rojên bê de namzedê fraksiyona
herî mezin a parlamenê ku Çarçoveya Hevahengiyê ye were hilbijartin û
Serokkomar wî ji bo pêkanîna hikûmetê raber bike, da ku ev hikûmet bibe xwedî
desthilata tam. Divê em hewl bidin Îraqê ji vê şerê ku heye û ne şerê me ye,
biparêzin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

