Serokkomar pêşwazî li Serok Bafil û Qubad Talebanî kir
Kurdistan 03:59 PM - 2026-04-12
Nivîsingeha serokatiya komarê
Pêşwaziya serokkomar li Bafil û Qubad Talebanî
Serokomarê Îraqê
Nizar Amêdî li Koşka Bexdayê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û di civînê
de tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera hikûmeta
federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û pêwîstiya yekkirina hewildanan ji bo
derbaskirina astengiyan kirin.
Di civînê de
ku endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl, Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şuwanî
û Wezîrê Jîngehê Dr. Helo Eskerî amade bûn, amadevanan pîrozbahî li Nîzar Amêdî kirin ji ber
destbikarbûna wî wekî Serokkomarê Îraqê û di bicihanîna erkên wî yên neteweyî û
xizmetkirina gelê Îraqê û xurtkirina aramiya welêt de serkeftin jê re xwestin.
Her de rewşa
giştî ya siyasî û ewlehî ya Îraqê û pêşketinên li herêmê hatin gotûbêjkirin û
tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera hikûmeta
federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de hat kirin daku bi hevre, ew dikarin
beşdarî xurtkirina aramî, xizmetkirina welatiyan û bidestxistina berjewendiyên
hevpar bibin.
Her wiha wan
tekezî li ser pêwîstiya yekgirtina hewildanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên
heyî û xebata ji bo piştgiriya diyalog û têgihîştinê di navbera hêzên siyasî
yên cuda de kirin ji bo bi destxistina daxwazên gelê Îraqê yên ji bo
ewlehî, pêşketin û aramiyê pêk bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

