Serokên welatan pîrozbahî li Nîzar Amêdî dikin

Îraq 10:49 AM - 2026-04-12
Nîzar Amêrî serokkomarê Îraqê PUKMEDIA

Nîzar Amêrî serokkomarê Îraqê

Îraq

Di 11ê Nîsana 2026an de, Encûmena Nûneran a Îraqê di pêvajoyek demokratîk de Serokkomarê nû hilbijart. Di wê çarçoveyê de serokên dewletan pîrozbahî li serokê nû yê Îraqê kirin û serkeftin jê re xwestin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya welatê xwe ji bo Îraqê dubare kir

Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li Nîzar Amêdî kir û piştgiriya berdewam a Parîsê ji bo Îraqê ragihand.

Macron di peyamekê de li ser malpera civakî X nivîsand: Ez bi germî pîrozbahiyê li Nîzar Amêdî dikim ji bo hilbijartina wî wekî serokkomarê Îraqê.

Wî her wiha amaje bê wê jî kir: Aramiya Îraqê, berdewamiya saziyên wê û bikaranîna tevahî ya serweriya dewletê ji her demê zêdetir ji bo welat û herêmê girîng in, û Fransa dê her gav li kêleka hevkarê xwe yê Îraqî be.

Pizîşkiyan, Îraq û Îranê wek du welatên bi bandor li navçeyên bi nav kir

Serokê Îranê Mesûd Pzîşkiyan peyamek pîrozbahiyê ji Nîzar Amêdî re şandiye û amaje bi têkiliyên kûr ên dîrokî, çandî û olî yên di navbera her du welatan de kir.

Pizîşkiyan Îraq û Îran wekî du welatên bi bandor ên li deverê û cîhana Îslamî bi nav kir û got: Ez piştrast im ku hevkariya di navbera her du welatan de dê di bin serokatiya we de bêtir pêş bikeve.

Putin hêvî dike ku têkiliyên di navbera Bexda û Moskowê de xurt bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pîrozbahî li serokê nû yê Îraqê kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.

Putin hêvî kir ku hewldanên Nîzar Amêdî têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Îraq û Rûsyayê de, ku demek dirêje berdewam dikin, xurttir bikin.

Duh Şemiyê 11/4/2026 bi amadebûna 252 endamên parlementoyê, rûniştina encûmena parlemanê bo hilbijartina serokkomar birêve çû, ku têde  Nîzar Amêdî, namzedê yekane yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê , ji aliyê encumenê ve wekî serok komar hat hilbijartin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket