Mekteba Siyasî pîrozbahiyê li Nîzar Amîdî dike ji ber hilbijartina wî wek Serokkomar
Kurdistan 07:57 PM - 2026-04-11
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî
ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Nizar Mihemed Seîd Amêdî
kir ji ber hilbijartina wî wekî serokkomarê Îraqê û ragihand
ku, erka serokkomariyê karekî giran û dijwar e û em piştrast in ku hûn, ku
hûn şagirtên Serok Mam Celal in, dê di vê erkê de biserkevin û em hêvî dikin ku
serokatiya we dê bibe çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û
Bexdayê de.
Naveroka
peyamê:
Bira û
Hevalê Birêz Serok Nîzar Mihemed Seîd Amêdî
Bi boneya
hilbijartina te wek serokkomarê Îraqê,em bi germî pîrozbahiyê li te dikin û ji
te re serkeftinê dixwazin.
Erka
serokkomarî karekî giran û dijwar e û em piştrast in ku hûn, ku xwendekarên
dilsoz yên xwendingeha serkirdeyê koçkirî Serok Mam Celal û rêya neteweyî û
demokratîk ya Îraqa destûrî û federal in, dê di vê erkê de biserkevin.
Bi vê
boneyê jî, dema ku ez pîrozbahiyê li tîma me ya danûstandinê ya bi serokatiya
Heval Bafil Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
dikim, ku bi aliyan re bi serkeftî danûstandin kirin daku namzetê YNKê bi dest
bixin, em parlementoya we û hêz û aliyên sîyasî yên welêt
pîroz dikin ku ev mafê destûrî û demokratîk bi dest xistine, ji bo erkên
pêşerojê yên avakirina hikûmet û sazîyên wê, em hêvî
dikin ku ev qonaxa serokatiya we rê li ber çareserkirina pirsgirêkên di navbera
Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de veke da ku rihê yekîtî û têgihîştinê di
navbera hemû aliyan de xurt bibe.
Dubare
pîroz be
Mekteba
Siyasî
Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

