23 salvegera hilweşandina pûtê

Kurdistan 09:09 AM - 2026-04-09
Ketina Sedam Husên PUKMEDIA

Ketina Sedam Husên

Îraq Herêma Kurdistanê

Di 9ê Nîsana 2003an de, Bexdad ji aliyê hêzên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîka hat kontlorkirin, li meydana Fîrdos a paytexta Îraqê peykerê Sedam Husên hat hilweşand û dawî li desthilatdariya 24 salan anî.

Kurd û hemû civak bi awayekî herî hovane hatin îşkencekirin

Rêjîma Baasê ya wêrankirî hemû civakên xwe bi awayekî hovane îşkence dikir,bi taybetî kurdên ku di 16-3-1988an de bajarê Helebçe kîmyabaran kirin û 5000 kurên wî bajarî şehîd kirin û Enfalê jî kiryareke din a hovane ya rêjîma Beis bû ku tê de 182 hezar welatiyên sivîl têde bûn.Kurdên bêguneh dihatin windakirin û niha li Îraqê gorên komî yên ku Kurd bi saxî hatine veşartin tên dîtin.


Sadam kî bû? Çawa ew hêz girt?

Sedam Husên yek ji metirsîdartirîn dîktatorên sedsala 20'an tê hesibandin, di heman demê de li Îraqê hemû desthilatê wî hebû. Navê wî yê tevahî Sedam Husên Ebdulmecîd El-Tikrîtî bû.
Di sala 1937an de li gundê Oja yê Tikrîtê di malbateke şivan de hatiye dinê.Bavê Sedam şeş meh beriya zayîna wî wefat dike û birayê wî yê mezin jî di temenê xwe yê 13 salî de bi pençeşêrê de jiyana xwe ji dest dide.
Sedam Huseyn çaremîn serokomarê Îraqê, Sekreterê Giştî yê Partiya Beisê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ji sala 1979 heta 9ê Avrêlê 2003 bû, di darbeya herî xurt a 17ê Tîrmeha 1968an de, ku Sadam bang li neteweperestiya ereb kiribû roleke sereke lîst. Di sala 1979’an de li şûna Ehmed Hesen Bekir cih girt, piştî ku dijberên xwe derxist, kete qesra serok komariyê û serokatiya Partiya Beisê wargirt.


Dîktatorî qediya


Sadam Husên di 13ê çileya pêşîna (December) 2003ê de hat girtin û di 30ê çileya pêşîna (December) 2006ê de piştî dadgehkirina li Îraqê hat îdamkirin.Di 20ê adara 2003an de, Amerîka û hevalbendên wê yekem êrişên esmanî li Îraqê ji bo têkbirina rêjîma Beisê pêk anîn. Rejîma dîktator, di 9-4-2003 de, Bexda bi temamî ji aliyê hevpeymaniyê ve hat kontrolkirin û peykerê dîktator Sedam Husên li paytexta Iraqê hat hilweşandin, ku ji bo Êraqiyan wek xewnekê bû.



PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket