Îranê êrîşeke mûşekî ya 100.emîn li dijî welatên herêmê encam da

Cîhan 04:54 PM - 2026-04-08
Êrîşa Îranê li ser Îmaratê AFP

Êrîşa Îranê li ser Îmaratê

Tevî agirbesteke du hefteyan di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de hatiye ragihandin, lê Îranê pêla 100.emîn ya mûşek û dronan arasteya herêmê, ku tê çavrêkirin ku di pêla 99.emîn de were rawestandin.

Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan di Operasyona Soza Dilsoz de 100 mûşek arasteya çend welatan kirine.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku êrîşê 25 cihên stratejîk, di nav de 13 santralên karebayê û hêlên veguhestinê yên Amerîkî û Îsraîlê, û 10 cihên leşkerî armanc girtine.

Artêşa Pasdaran ev êrîş wekî diyariyek pêşkêşî Rêberê Bilind yê berê yê Îranê Elî Xamineyî kirin, ku di destpêka şerê 39 rojî de hatibû armancgirtin.

Her weha aşkere kir ku êrîş bi mûşekên Balîstîk, mûşekên Kirûz û Dronan hatine encamdan.

Derbarê welatên ku êrîş lê hat kirin de, saziyek petrolê li Erebistana Siûdî, boriyeke petrolê ji Dubayê ber bi Fuceyrayê ve, tesîseke petrolê ya Exxon Mobil li Qeterê, saziya Petrolê li Behrêynê, palavgeha Das li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, palavgeha Ehmedî li Kuweytê, Şîrketa Delvîn li Qeterê, Girava Zîrkwa, Kompaniya Saturb, palavgeha Menîfe, Kompaniya Saturb û Menîfe, Navenda Teknolojî û Zanyarî ya Dînair li Bîr Sebeh, Fermandariya Navendî ya Amerîka li herêma Ezreq ya Urdunê, Firokxaneya Bin Gurion û çend firokxaneya û saziyên din yên li van welatan bûn.

Di heman demê de, hin medyayê ragihandin ku firokeyên şer yên Îsraîlê çend deverên Tehranê bombebaran kirin, û piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, agirbest Lubnanê nagire îro Artêşa Îsraîlê zêdetirî 100 cih li Lubnanê bombebaran kiriye, ku êrîşên ku paytext Beyrût, derdora Zahiye ya Beyrûtê, Bîqaa û Hermlî pêk anîn, ku li gorî medayaym ji 28ê Sibata 2026an vir ve, dema ku şerê welêt bi Îranê re ji nû ve dest pê kir, êrîşên herî dijwar ên artêşa Îsraîlê ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket