Qubad Talebanî:Emê beşek zêde ji daxwazên Helebçe bicîh bînin

Kurdistan 02:27 PM - 2026-04-08
Serdana Qubad Talebanî ji bo parêzgeha Helebçe Ragihandina Qubad Talebanî

Serdana Qubad Talebanî ji bo parêzgeha Helebçe

Qubad Talebanî Helebce

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr serdana parêzgeha Helebçe kir, û bi amadebûna Parêzgara Helebçe Nuxşe Nasih, bi berpirsên îdarî û rêvebirên navçeyên parêzgehê re civiya.

Di civîna ku îro roja Çarşemê (08-04-2026) li dîwana parêzgarê Helebçe pêk hat de, li ser pirsgirêk û kêmasiyên îdarî yên parêzgeha Helebçe hat gotûbêjkirin.

Piştî guhdarîkirina daxwazên berpirsên îdarî yên Helebçe, Qubad Talebanî soz da ku piraniya daxwazan cî bi cî bike,û tekez kir ku divê rêveberên sazî û fermangehên hikûmetê tedbîrên pêwîst bigirin ber daku karûbarên welatiyan baştir pêk bînin û xizmeteke baştir ji bo niştecihên Helebce bikin.

Di beşek din ya civînê de, Cîgirê Serokwezîr behsa pêwîstiya girîngiya zêdetir ya kertên çandinî, geştiyariyê li parêzgehê kir û piştgiriya xwe ji bo projeyên weberhênanê di van kertan de nîşan da.

Her wiha behsa Festîvala Hinarê ya Helebçe kir û xwest ku ji bo berfirehkirin û navneteweyîkirina festîvalê pîlaneke berfireh were amadekirin û ew wekî derfeteke mezin zanî ji bo pêşxistina kertên çandinî û geştiyariyê li Helebçe.

Derbarê kerta tenduristiyê de jî, Qubad Talebanî soz da ku li Helebçe beşê lênêrîna giran veke û her wiha zêtir girîngiyê bide qurbaniyên kîmyewî û ji wan re asankariyên zêdetir wan bê kirin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket