Joe Kent:Digel Bafil Talebanî hevra me û divê herêm aram be
Kurdistan 10:21 AM - 2026-04-07
PUKMEDIA
Joe Kent
Joe Kent,
rêveberê berê yê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê ya Amerîka, pesna hewldanên
Bafil Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), û Qubad Talebanî,
cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo parastina aramiya li Herêma
Kurdistanê da.
Di hevpeyvînekê de bi Kanala 8 re derbarê rola Herêma Kurdistanê di rewşa heyî
de, Kent got: Ez difikirim ku Bafil Talebanî pir baş kurteber kir aramiya ku
her tim li Herêma Kurdistanê hebûye divê were parastin û divê ew herêmek pir
aram bimîne, cihekî ku mirov dikarin biçin, bicivin û bi rastî jî xebata
dîplomatîk bikin.
Her weha aşkere kir ku kî dizane, dibe ku rojekê di pêşerojê de, em dikarin li
Hewlêrê yan Silêmaniyê bi Îraniyan re rûnin û vê pirsgirêkê bêyî ku mûşekan li
hev bixin çareser bikin? Ji ber vê yekê, ez pesend dikim, aramiya ku em li
Herêma Kurdistanê dijîn bi hewldanek
berbiçav hatiye bidestxistin û ez dibêjim, avakirina vê yekîtiyê bi dehsalan
dom kir, ji ber vê yekê ez nafikirim ku hewldana afirandina hêzek kirê ya Kurd
û şandina wê bo Îranê - berî her tiştî, ez nafikirim ku ev vebijarkek leşkerî
ya guncaw e,ez nafikirim ku hejmara wan têra xwe ye; ew ji hêla hejmarî ve jî
kar nake, çekdarên Kurdî têra xwe nînin, her çend ew bixwazin bi bandor rejîma
Îranê li Îranê an jî li her beşekî wê hilweşînin.
Navbirî got:Afirandina
vê celeb bê aramiyê bi rastî li dijî armancên stratejîk yên her kesî ye,ji ber
vê yekê, ez dubare dikim, ez difikirim ku divê îstîqrara heyî li Herêma
Kurdistanê were parastin.
Derbarê raporta dawî ya Telegraphê ya li ser hewldanên Serok Bafil Celal Talebanî
û Qubad Talebanî ji bo dûrxistina Kurdan ji şerê Îranê, Joe Kent got: Ez
difikirim ku pir girîng û jiyanî ye ku mirovên me hebin ku dikarin ji me re
bibin alîkar ku em pirek di navbera Îraniyan û hemî lîstikvanên din yên herêmî
de ava bikin,ev gelekî girîng e.
Kent got: Tiştê ku serkirdayetiya Kurdî, û bi taybetî birayên Talebanî, kirine
dê di pêşerojê de pir girîng be,hebûna mirovên ku em pê bawer in li wir,
mirovên ku peywendiyên me yên kûr û demdirêj bi wan re hene, yên ku awayê
fikirîna me, û her weha awayê fikirîna Îranî û hikûmeta Îraqê li Bexdayê fam
dikin, pir girîng e,ez difikirim ku emê di pêşerojê de hewceyê bi qasî ku pêkan
mirovên ku dikarin ji me re bibin alîkar ku em vê valahiyê tijî bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

