YNK pabendbûna xwe bo misogerkirina mafên Kurdên Feylî nuh dike
Kurdistan 04:48 PM - 2026-04-04
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba
Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo
misogerkirina mafên Kurdên Feylî piştrast kir.
Mekteba
siyasî di daxuyaniya xwe de got: Îro em salvegera trajîk a gelê xwe bi bîr
tînin, sûcekî dîrokî ku bi qonax li dijî beşek yekgirtî ya gelê me (xwişk û
birayên Feylî) hatiye kirin, ku di 04/04/1980 an de, bi sirgûnkirin,
bêparkirina ji hemwelatîbûnê û derxistina ji derveyî sînoran gihîştiye lûtkeya
xwe.
Di
daxuyaniyê de hat gotin ku Kurdên Feylî di hemû şoreş û têkoşîna neteweyî ya
Kurdan de, û her wiha di hemû mijarên demokratîk yên li Îraqê de roleke
berbiçav û çalak lîstine û her tim mînaka wefadarî û mêrxasiyê bûne, ji ber ku
ew ji axa xwe hatine koçberkirin û ji hemû mafên welatîbûnê, her wiha ji pêgeha
xwe yê siyasî û civakî, pere û milkê xwe hatine bêparkirin.
Di
daxuyaniyê de hatye ku ev pêkhateya resen ya gelê me, ku bi dehan rêber û bi
sedan şervan dane tevgera Kurd û demokratîk, di serdema rejîma Baas a
hilweşiyayî de rastî înkarkirina mafên xwe û sirgûnkirinê hatiye, bêyî ku behsa
wê yekê were kirin ku beşek mezin ji wan rastî qirkirinê hatiye.
Wî wiha
domand: Her çend piştî hilweşîna rejîma Beisê, Dadgeha Bilind ya sizaya doza
Feylî wekî jenosîd nas kiribe jî, hîna jî gavên pratîkî yên din hene ku divê
hikûmeta Îraqê bavêje da ku bandorên vê tawanê ji holê rake, wek vegerandina welatîbûna
wan û tazmînkirina wan a madî û exlaqî.
Di
daxuyaniyê de hatiye piştrastkirin ku "Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê
pabendbûna xwe ya ji bo bidestxistina van hemû mafan nû dike û ji hêla siyasî
ve hewl dide ku dadweriya veguhêz, mafên destûrî û mafên welatîbûnê li Îraqa
federal xwişk û birayên Feylî jî di nav xwe de bigire û vê neheqiya dîrokî ji
ser wan rake.
Di dawiyê
de got: Silav ji bo giyanên paqij yên qurbaniyên jenosîda Feylî û şehîdên Feylî
di nav refên tevgera rizgariya Kurd û tevgera demokratîk a welêt de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

