Îro 200 malbatên koçberên Efrînî berê xwe dan cih û warên xwe

Kurdistan 09:35 AM - 2026-04-04
Vegera Koçberên Efrînê bo cih û warên xwe Ajans

Vegera Koçberên Efrînê bo cih û warên xwe

Rojavayê Kurdistanê

Di çarçoveya Rêkeftina 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyê de, îro duyemîn karwana koçberên Efrînê berê xwe dan cih û warên xwe.

Îro danê sibê,karwana duyemîn yê koçberên Efrîn ku ji 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrîn pêk tê, piştî ku li Çerxerêya Yûsif Gilo ya li bajarê Qamişlo kom bûn di çarçoveya Rêkeftina 29`ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikumeta demkî ya Sûriyê de ber bi bajarê efrînê çûn.

Li gorî agahiyên ku Civata Koçberên Efrîn û Şehbayê dane me, 200 malbatan ku ji navçeya Raco û navenda bajarê Efrîn in, bi karwanekî ku ji 80 wesayitan (48 barhilgir, 14 bas) pêk tê, berê xwe dan Efrînê. 

Rêxistina bi navê " El Xiwez El-Beyda" jî wekî alîkar tevlî karwanê koçberan bû.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekarya Hundirîn yê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl  li ser hesabê xwe yê X`ê bi postekê vegera karwanê duyemîn eşkere kir û ragihand ku dê karwan li ser rêya M4 bighêje Efrîn.

Ev yek di demekê de ye ku, karwanê yekemîn ê ku ji 400 malbatan pêk dihat, roja 9`ê Adarê vegeriybûn Efrîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket