Hevpeymaniya Civaka Sivîl ya Kurd li Almanya hat damezrandin

Kurdistan 05:52 PM - 2026-03-31
Beşek ji konferansê PUKMEDIA

Beşek ji konferansê

Konferansa Hevpeymaniya Civaka Sivîl a Kurd (KCCA) li Dusseldorf ya Almanya bi beşdariya bi dehan rêxistin, saziyên civaka sivîl, nûnerên partî û akademîsyenên Kurd, di nav de Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNK) jî, bi dawî bû.

Konferansê tekezî li ser pêwîstiya yekkirina şiyanên rêxistinên Kurd yên li Ewropa ji bo xebata di çarçoveyek saziyî de kir û biryar da ku girîngiyek taybetî bidin rola jin û ciwanan û projeyên çandî û perwerdeyî pêş bixin.

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya parastina ziman û çanda Kurdî di nav nifşê nû yê revenda Kurd de kirin û biryar dan ku hevrêziya bi saziyên civaka sivîl yên Ewropî re ji bo pêşvebirina doza Kurd xurt bikin.

Di dawiyê de, beşdaran protokolek xebatê ya hevbeş îmze kirin û hejmarek pêşniyar ji bo pêşxistina medyaya hevbeş û berfirehkirina bingeha hevpeymaniyê pejirandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket