Li Efxanistan û Pakistanê ji ber lehîyan 47 kes mirin

Cîhan 11:22 AM - 2026-03-31
Dîmenek ji lehiyê Ajans

Dîmenek ji lehiyê

Ji ber baran barîna zêde ya ku li welatên Asyayî yên Afganistan û Pakistanê çêdibe, 47 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîndar bûn û bi sedan xanî zirar dîtin.

Li gorî Desteya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Afganistanê (ANDMA), li parêzgehên Perwan, Meydan Wardak, Daikundi û Logarê herî kêm 28 kes mirine, 49 kes birîndar bûne û zêdetirî 100 xanî wêran bûne.

Li hin deveran, ji ber barana berdewam, metirsiya lehiyê berdewam dike.

Li parêzgeha Xayber Paktûnxwa, ku li ser sînorê Afganistanê ye, ji ber lehiyê gelek kes mirin.

Li gorî Desteya Rêveberiya Karesatên Parêzgehê, di lehiyê de 17 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn.

Her wiha, duh li Lahor, parêzgeha Punjab, du kes ji ber hilweşîna banê xaniyekî ji ber barana zêde û bayên bihêz mirin,bi vî awayî, hejmara giştî ya miriyan li Pakistanê gihîşt 19 kesan.

Rayedarên herdu welatan ji bo kêmkirina ziyanên lehiyê û pêşîgirtina li windabûna can hişyarî dan, di heman demê de tekez kirin ku metirsiya lehiyê li hin deveran ji ber barana zêdetir a tê payîn berdewam dike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket