Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28
Energypolicy
Alayên Amerîka, Îsraîl û Îranê
Dema
ku şerê Îsraîl û Amerîka li dijî Îranê di 28ê Sibata 2026an de dest pê kir,
çavdêr bawer dikirin ku şer dê çend hefteyan bidome û piştî armancgirtina
kesayetên siyasî, fermandar û pêgehê leşkerî di demek kurt de biqede. Şer niha
di meha xwe ya duyemîn de ye, lê her du alî jî amadebûna xwe ji bo axaftinê
nîşan didin, ev yek jî wê dike sirrek ku çavdêr nikarin şîrove bikin.
Amara şer matmayî ye
Li gorî amarên dawî yên şer, ji destpêka şer ve li Îranê 3,389 kes hatine kuştin, di nav wan de 1,527 sivîl û herî kêm 228 zarok hene.
Di heman demê de, Yekîtiya Navneteweyî ya Heyva Sor û Xaça Sor (ICRC) ragihand ku heta niha 1,900 sivîl di êrîşên hewayî yên li Îranê de hatine kuştin.
Li gorî amarên dawî, li Herêma Kurdistanê 13 kes hatine kuştin, di nav wan de şeş Pêşmerge hene, û zêdetirî 53 kesên din jî birîndar bûne, ku beşek ji wan ji ber êrîşên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Hevdemdemê de li Îraqê 95 leşker û çekdar hatine kuştin.
Li gorî Ajansa Rêveberiya Rewşa Awarte ya Îsraîlê, 19 kes hatine kuştin û 5,492 kes birîndar bûne.
Di derbarê qurbaniyên Amerîkî de, li gorî amarên dawî, 13 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 162 leşkerên din jî birîndar bûne, ku 12 ji wan di êrîşa mûşekî ya Îranê ya duh de bûn. Ew li Baregeha Hewayî ya Qiral Sultan li Erebistana Siûdî birîndar bûn.
Hûsî jî ketin nava şer
Berdevk Yehya Serîh got:Me îro cara yekem bi çend mûşekên balîstîk operasyoneke leşkerî li dijî Îsraîlê da destpêkirin,wan bersiva mûşekan da ku di vê navberê de, hemû çav bi bêsebrî li benda bersiva Îsraîlê ne, ji ber vê yekê êrîş dikare şer gurtir bike û Yemenê jî tevlî bike.
Şer û diyalog bi hevre vekirî ne
Amerîka planeke 15 xalî ji bo rêkeftinekê bi rêya Pakistanê pêşkêşî Îranê kiriye, ku Îranê bi danîna şert û mercên ji bo agirbest û tezmînatê bersiv daye,serokê Amerîka got: Gotûbêjên me bi Îranê re baş diçin, û moratoryûma li ser êrîşên li ser binesaziya wuzeya Îranê heta meha Nîsanê dirêj kir.
Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, danûstandinên bi rêveberiya Washingtonê re red kir, lê pesend kir ku name bi riya welatên dost têne parvekirin.
Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Almanya Johann Wadeful li bendê ye ku di demek nêzîk de di navbera nûnerên Amerîkî û Îranî de li Pakistanê hevdîtinek rasterast çêbibe.
Tevî danûstandinan, Amerîka piştgiriya leşkerî berdewam dike û heta niha sê keştiyên balafiran şandine avên Rojhilata Navîn, di nav wan de Gerald Ford û Abraham Lincoln,ew niha di şer de têne bikar anîn, û keştiya sêyemîn, USS George W. Bush, ji avên Virginia ber bi rojhilat ve diçe, ji bilî şandina zêdetirî 10,000 leşkerên din Amerîkî têne şandin herêmê.
Ya ku dimîne nezelaliya stratejiya şer e, ku armanc û armancên wê ne diyar in, ji ber daxuyaniyên li dijî yekîneyên rêveberiya Amerîkî û helwestên wan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

