Marco Rubio:Şerê Îranê dê çend hefteyan bidome
Cîhan 10:58 AM - 2026-03-28
Sky News
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio.
Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîka duh roja Înê ragihand ku
Amerîka hêvî dike ku operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê di nav çend
hefteyan de bi dawî bibin, ne bi mehan, û Washington dikare bêyî bikaranîna
leşkerên bejayî hemû armancên xwe bi cih bîne.
Rubio piştî hevdîtina bi hevpîşeyên G7 re li Fransa ji rojnamevanan re got: Washington
wê di operasyonê de li ser an jî li pêş bernameyê ye, û hêvî dike ku di wextê
guncaw de li vir biqedîne - mesele çend hefteyan e, ne bi mehan.
Her weha got: Amerîka dikare bêyî leşkerên bejayî bigihîje armancên xwe jî, wî pesend
kir ku ew hin ji wan li herêmê dişîne "daku serok vebijarkên herî zêde û
derfeta herî zêde bide ku rewşên awarte sererast bike, eger ew derkevin holê.
Rubio bi wezîrên derve yên G7 re li ser egera ku Îran, tewra piştî ku pevçûn bi
dawî bibe jî, hewl bide ku bacên barkirinê bi riya Tengava Hormuzê bisepîne
gotûbêj kir û got:Welatên Ewropî û Asyayî yên ku ji bazirganiya bi riya avê sûd
werdigirin divê beşdarî hewildanên ji bo ewlekirina derbasbûna azad bibin, û
girêdayîbûna Amerîka bi bazirganiyê kêm bikin.
Washingtonê bi hezaran leşkerên Marines şandiye herêmê, ku ya yekem dê di
dawiya Adarê de li ser keştiyek êrîşê ya mezin ya amfîbî bigihîje, her wiha tê
payîn ku Pentagon bi hezaran leşkerên hêzên esmanî dê bişîne.
Belavkirina leşkeran fikaran derxistiye holê ku şerê ku Amerîka û Îsraîlê di
28ê Sibatê de bi êrîşên asmanî dest pê kir û rêberê bilind yê Îranê û berpirsên
din yên payebilind kuştin, dikare veguhere şerekî bejayî yê dirêj,bersiva
Îranê, bi lêdana armancên Amerîka û Îsraîlê li herêmê û her weha armancên sivîl
li welatên Erebî yên Kendavê û keştîvaniyê, bazirganiya cîhanî ya wuze û
kelûpelên din asteng kiriye, û tirsa ji bilindbûna bihayan û krîzê zêde kiriye.
Serokê Amerîka Donald Trump xuya dike ku dixwaze şer biqedîne, û vê hefteyê
tekez li ser tiştê ku wî wekî danûstandinên berhemdar yên bi armanca
çareseriyek dîplomatîk bi nav kiriye, tevî îdiayên dubare yên Tehranê ku çi
danûstandinên bi vî rengî dest pê nekirine, kir.
Roja Pêncşemê, Serok Trump demek 10 rojan dirêj kir daku
Îran Tengava Hormuzê ya dorpêçkirî ji nû ve veke an jî bi êrîşên li dijî tora wuze
ya sivîl re rû bi rû bimîne.
Nûnerê taybet yê Serok Trump Steve Witkoff got ku Amerîka hêvî dike ku di nav
hefteyekê de bi Îranê re hevdîtinan bike û ew li bendê ye ku Îran di demek
nêzîk de bersivek ji pêşniyara 15 xalî ya Serok Trump re ji bo bidawîkirina şer
bide.
Witkoff got: Ji bo Amerîkayê xetên sor yên zelal hene, di
nav de divê Îran Uranyûmê dewlemend neke û ew jî 10 hezar kîlogram madeyên
dewlemendkirî yên embarkirî radest bike.
Medyaya Îranê ragihand ku roja Înê dereng êrîşî navenda lêkolînê ya ava giran ya
Îranê û kargeheke ku Uranyuma keka zer hildiberîne kirine û got: Ji herdu
êrîşan jî çi rijandina radyasyonê yan jî xeterek çênebûye.
Her wiha raportên êrîşekê li ser santrala Nukleerî ya Buşehrê jî hebûn, ku
medyaya Îranê got:Çi qurbanî yan zirarên mezin çênebûne.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser (X) got ku Îsraîl, bi hevrêziya bi
Amerîka re, li du kargehên pola û santralek karebayê jî xistiye.
Eraqçî, bi karanîna kurtenivîsa serokê Amerîka, got:Êrîş li
dijî dema dirêjkirî ya POTUS ji bo dîplomasiyê ye,Îran dê ji bo tawanên Îsraîlê
bedelên GIRAN bide.
Tê ragihandin ku pêşniyara Amerîka, ku du roj berê bi riya Pakistanê hatiye
şandin, daxwazên ji hilweşandina bernameyên Nukleerî û mûşekî yên Îranê bigire
heya devjêberdana riya bazirganiyê ya herî girîng ya cîhanê ji bo dabînkirina wuzeyê
dihewîne.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

