Amarên şehîd û birîndarên êrîşên ser Herêma Kurdistanê
Kurdistan 05:33 PM - 2026-03-25
PUKMEDIA
Êrîşên bi droneyan li ser Herêma Kurdistanê
Di êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de herî kêm 13 kes şehîd
bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûne.
Amara şehîdan
Bi sedema êrişên Deronan bo ser firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê,
roja 7ê Adara 2026an, karmendekî asayîşê şehîd bû hevdem li gorî amarên
nefermî, di êrîşan de pênc endamên Partiyên Rojhelatê Kurdistanê şehîd bûn.
Di heman demê de, roja 12ê Adara 2026an, leşkerekî Fransî di
êrîşekê de li ser baregeheke hêzên Fransî li Mela Qere li ser sînorê Hewlêrê
hat kuştin.
Her weha di êrişa dawî de roja 24-03-2026 an li gorî
daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve hatiye dayîn di du êrîşên mûşekî
de li ser du çeperên Pêşmergeyan li Benî Herîr ya li Rêveberiya Xweser ya
Soranê, şeş Pêşmerge şehîd bûn, bi vî awayî hejmara giştî ya şehîdan gihîşt 13
şehîdan.
Amara Birîndaran
Her bi sedema êrişa ser firokxaneya Hewlêrê, sê karmendên
asayîşê birîndar bûn, her weha bi sedema êrişên ser pêgeha partiyên Rojhelatê
Kurdistanê heya niha 20 endamên wan birînda bûne.
Hevdem di êrîşa dawî ya li ser du pêgehên Hêzên Pêşmergên
Kurdistanê de, 30 Pêşmerg birîndar bûn, bi vî awayî hejmara birîndaran gihîşte 53 birîndaran.
Ev yek jî demekê de ye ku, her ji destpêkirina cenga navbera
Îsraîl û Amerîka li dijî Îranê roja 28-02-2026 an, Bafil Celal Talebanî , Serokê
Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gelek caran tekez li ser vê yekê kiriye ku, çi demê Herêma Kurdistanê nabe beşek ji
cengê, di şûna wê de, me hewlên
dîplomatîk dane daku bibin beşek ji dîtina çareseriyek aştiyane bi riya
diyalogê daku aramiya herêmê vegerînin.
Her weha Hikûmeta
Herêma Kurdistanê jî, tekez kiriye ku, ew nabe beşek ji cengê, lê ew dixwaze bi riya dîplomasiyê pirsgirêkê
çareser bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

