Kê dê bibe serketiyê kilîta aboriya cîhanê?
Cîhan 11:42 AM - 2026-03-25
PUKMEDIA
Tengava Hormiz
Duh roja Sêşemê, gelek keştiyên petrolê di Tengava Hormizê re derbas bûn û raporan amaje bi wê dikin ku Îranê rê daye derbasbûna hemû keştiyên welatên Kendavê ber bi Ewropa û Hindistanê ve, ev jî li beramberî wergirtina 2 milyon dolaran.
Çavdêr dibêjin ku Trump wekî armanceke leşkerî serederî bi Îranê re kir û ew yek piştguh kir ku Îran yek ji girîngtirîn kilîtên aboriya cîhanê di destê wê de ye, ku ew jî Tengava Hormizê ye. Lewma şer êdî tenê ne mûşekên asmanê ye, belku di şadewarê enerjiya deryayî de xwe dibîne.
Niha 400 keştî li derveyî Tengava Hormizê ne û li benda derbasbûnê ne, di demekê de ku rojane tenê rê bi derbasbûna 60 keştiyan tê dan.
Ajans behsa wê dikin ku ji bo tankereke mezin a petrolê, ku 2 milyon bermîlan hildigire û wekî mercê derbasbûnê 2 milyon dolar bi (Yuanê Çînî) dide, ev yek wekheve bi tenê 1 dolar ji bo her bermîlekê. Heke keştî derbas bibe, Supaya Pasdaran kodeke destûrê û rênimayên rêyê jê re dişîne, di dema nêzîkbûnê de jî peywendî bi rêya radyoya (VHF) û sîstema (AIS) tê encamdan.
Nefta xav a Îranê hîn jî bi herikbarî diçe, wekî beriya şer ku nêzîkî (1.1 bo 1.5) milyon bermîl e di rojê de, ku piraniya wê ji bo Çînê diçe, bi taybetî piştî ku Trump cezayên ser nefta Tehranê rakirin.
Di niha de Îran kontrola rêyên bazara enerjiyê ya cîhanê dike, heta Banka Federal a Amerîkayê di civîna xwe ya dawîn de nekarî rêjeya sud kêm bike, ji ber wê aloziya ku di encama girtina Tengava Hormizê de çêbûye, ku bû sedema bilindbûna nirxê enerjiyê ji bo welatiyên Amerîkayê bi kêmî ve (50%).
Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê, 14 welatan rasterast nirxê sotemeniyê li welatê xwe bilind kirin ku Misir û Koryeya Başûr yek ji wan welatan bûn, her bi wê sedemê jî bû ku Donald Trump ragihandiye, em hewl didin ligel Îranê bigihin îdareyeke hevbeş ji bo Tengava Hormizê, ji ber ku metirsî roj bi roj ji bo welatên Ewropayê û heta Amerîkayê jî mezintir dibe.
Di hefteya çarem a şer de, êdî ziyan bi hejmara kuştî û birîndarên qada şer nayên pîvandin, belku bi wê yekê tên pîvandin ka kî kontrola rêyên enerjiyê dike? Kî arasteya wermandina aborî li cîhanê diyar dike? Ew dê bibe serketiyê şer.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

