Hêzên Komando: Êrîşa ser Hêzên Pêşmerge karekî tirsonek e
Kurdistan 09:45 PM - 2026-03-24
Ragihandina Hêzên Komando
Logoya hêzên Komando
Hêzên Komando yên Kurdistanê di daxuyaniyekê de gotin ku êrîşa li ser
Hêzên Pêşmerge ji her alî ve karekî tirsonek û terorîste û divê ev tawan bê siza
nemîne û pêwîste encamderên wiha bên sizakirin,
her weha divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî
hewl bidin ku pêşî li dubarebûna her êrîşeke bi vî rengî li dijî Herêma
Kurdistanê û hêzên Pêşmerge yên qehreman bigirin.
Naveroka daxuyaniyê:
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku roja Sêşemê sibehê di êrîşeke mûşekî
de li ser baregeha hêzên Pêşmerge li navçeya Xelîfanê jiyana xwe ji dest dan re
dixwazin.
Eşkere ye ku Hêzên Pêşmerge destûrî û yasayî ne û karûbarên xwe di vê
çarçovê de birêve dibin, berê, li ber çavên hemû cîhanê, em bûne mertalek ji bo
parastina cîhanê ji terorîstan.
Êrîşkirina Hêzên Pêşmerge ji her aliyekî ve karekî tirsonek û terorîstî
ye û divê ev tawan bê siza nemîne û pêwîste encamderên kiryarên wiha bên sizakirin,
û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî hewl
bidin ku pêşî li dubarebûna her êrîşeke bi vî rengî li dijî Herêma Kurdistanê û
hêzên Pêşmerge yên qehreman bigirin.
Careke din, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran
re jî şîfaya bilez dixwazin.
Ragihandina Fermandariya Hêzên Komando yên Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

