Fraksiyona YNK: Nabê rê bê dayîn Îraq bibe qada çareserkirina nakokiyan
Kurdistan 08:57 PM - 2026-03-24
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamena Îraqê
êrîşa li ser Hêzên Pêşmerge li Soranê şermezar kir û ragihand ku em êrîşa li ser Hêzên
Pêşmerge li Rêveberiya Xweser Ya Soranê bi rêya çend mûşekên balîstîk şermezar
dike ku di encama de hejmarek ji pêşmergeyan şehîd bûn û yên din jî birîndar
bûn.
Her weha em êrîşên li ser hêzên ewlehiyê li deverên din yên “raqê jî
şermezar dikin, ji ber ku xwîna Îraqî ji bo me pîroz e, bêyî ku netewe, ol an
bawerî çi be.
Ev destdirêjî wekî binpêkirineke eşkere ya serweriya Îraqê û şikandina
yasa û peymanên navneteweyî û bêrêzî li hember jiyana kurên welêt tê hejmartin,
ku çi peywendiya wan bi şer û aloziyên ku herêm dijî re tune ye.
Ev yek di demekê de ye ku, em van êrîşên bê behane şermezar dikin jî, em
daxwaz ji hikûmeta Îraqê dikin, wekî ku me di helwestên xwe yên berê de tekez
kiriye,ku pêwîste hikûmet erkên xwe yên parastina serweriya Îraqê û parastina
jiyan, milk û milkê welatiyan ji her êrîşeke navxweyî an derveyî bicîh bîne, ji
bilî vê, pêwîste Îraq ji çareserkirina nakokiyan dûr bisekine û nehêle bibe
meydaneke çareserkirina nakokiyan.
Serbilindî û
nemirî ji bo şehîdan û em ji
birîndaran re şifayek bilez dixwazin
Fraksiyona
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

