D. Yûsif Goran: Şehîdên Helebce û Kurdistanê serbilindiya me ne
Kurdistan 02:57 PM - 2026-03-16
PUKMEDIA
Yusif Goran endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Navenda Lêkolînan a Yekîtiyê
Dr. Yûsif Goran endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Navenda
Lêkolînan a Yekîtiyê, di salvegera karesata Helebceyê de peyamek belav kir û
ragihand: Karesata Helebceyê bîranîneke xemgîn û bejareyekî neteweyî ye ku tu
carî ji hişê gelê me, tevgera kurdayetiyê û mirovahiya bi wijdan dernakeve û
birîneke kûr e ku hîn nehatiye dermankirin.
Deqê peyamê:
Di salvegera tawanê kîmyabarana Helebceyê de, em ser rêzê li
ber pênc hezar perperokên bêguneh ên gelê me ditewînin ku di 16ê Adara 1988an
de ji aliyê rêjîma Beis ve hatin kîmyabaran kirin û şehîd bûn.
Karesata Helebceyê bîranîneke xemgîn û xebereke neteweyî ye
ku tu carî ji hişê gelê me, tevgera kurdayetiyê û mirovahiya bi wijdan
dernakeve. Ev birîneke wisa ye ku nayê dermankirin heta ew roja ku Helebce û
tevahiya Kurdistanê dighêjin qonaxa dawî ya rizgarî, aramî û avadaniyê, û
qerebûya herî kêm a zilm û zora rêjîma Beis tê standin.
Şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê cihê şanaziya neteweya me ne. Di vê gavê de bi serbilindî ve ligel Helebce û Helebceyiyan disekinin û bi hev re gavan diavêjin ber bi paşerojeke geştir û biratiya bêtir di navbera gelê me de.
Nemirî ji bo şehîdên Helebceyê û qurbaniyên jînosaydê gelê me li seranserê Kurdistanê.
Dr. Yûsif Goran
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Navenda Lêkolînên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

