Di salvegera karesata Helebçeyê de, Qubad Talebanî banga yekîtiyê dike
Kurdistan 01:08 PM - 2026-03-16
PUKMEDIA
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştrast kir ku Helebçe simbola zilm û zordariya li ser Kurdane û di heman demê de simbola aştiyê ye.
Di daxuyaniyekê de ji bo bîranîna 38emîn salvegera êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê, Talebanî banga yekîtiyê kir ji bo rûbirûbûna metirsî û şerên ku gefê li herêmê dixwin.
Daxuyanî wiha ye:
Her sal, dema ku em di 16ê Adarê de karesata Helebçeyê bi bîr tînin, kêliyek ji dîroka Kurdan tê bîra me, ji ber ku Helebce simbola zilm û zordariya li ser gelê Kurde, ku di seranserê dîrokê de rastî neheqî û hewldanên tunekirina wan hatiye.
Ew simbola berxwedana Kurdane, ku tê vê wateyê ku ne êrîşên kîmyayî, ne jînosayd, ne bombebaran û ne jî ti kiryarên din ên êrîş û hovîtiyê nekarîne vîna gelê Kurd bişkînin. Kurd dê teslîmî îradeya kesî nebin, û ew ê ji bo bidestxistina mafên xwe dudilî nebin ku têbikoşin û hewl bidin.
Helebçe simbola yekîtîyê ye jî, cîhan li hember vê karesata mezin bêdeng ma. Ew ji me re diyar dike ku em bi tevahiya cîhanê re bibin dost, lê di dawiyê de em tenê bi rastî piştgiriya hev in.
Helebce ji bo Kurdan sembola aştî û ramana aştîxwaz e, û ne tesadufe ku ew niha paytexta aştîyê li Kurdistanê ye. Tevî vê karesata mezin û hemî neheqiyên ku li ser Kurdan hatine kişandin, ew li ser tolhildanê nafikirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe rêya aştîyê hilbijartine.
Îro, dema ku em salvegera 38emîn a êrîşa kîmyayî ya li ser Helebceyê bi bîr tînin, şer û alozî li herêmê serdest in. Erka me ye ku em bi hev re bixebitin da ku welatê xwe ji gef û xetereyan biparêzin, û di heman demê de, peyama aştîyê ji Helebçeyê û xwezaya aştîxwaz a gelê Kurd bigihînin cîhanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

