Îraqê ji ber şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê ziyanek mezin dîtiye
Îraq 11:40 AM - 2026-03-14
PUKMEDIA
Alên Îsraîl- Îran- Amerîka û serbazên cengê
Îraq di şerê
berdewam yê Amerîka-Îsraîlê de bi Îranê re herî zêde zirar dîtiye, û bûye
yekane welatê ku ji êrîşên hewayî yên her sê welatan ve hatiye lêdan.
Di 15 rojên borî de, Îraq bi windahiyên aborî yên giran re rû bi rû maye,hinardekirina
petrolê bi girîngî kêm bûye, di heman demê de welat hîna jî êrîşên bi mûşek û
dronan ji gelek aliyan ve dikişîne.
Behcet Ehmed, pisporê wuze û petrolê, ji PUKMEDIA re got :Şerê
Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re piraniya Tengava Hurmuz girtiye, hinardekirina
petrolê ya Kendavê ji bo cîhanê kêm kiriye,niha, nêzîkî 20 milyon bermîl petrol
kêmtir ji Tengava Hurmuzê tê hinardekirin bo Ewropayê.
Behcet Ehmed aşkere kir ku para Îraqê ji vê kêmbûnê tê de ye, û hinardekirina
petrolê ya wê digel ziyanên din yên li zeviyên petrolê kêm bûye.
Ji destpêka pevçûnê ve bi sedan êrîşên hewayî li seranserê Îraqê hatine kirin,Îranê
hin ji van êrîşan bi armanca diyarkirî ya hedefgirtina sazgehên Amerîkî û
Îsraîlê pêk aniye, di heman demê de Amerîka û Îsraîlê li baregehên Hêzên
Seferberiya Gel (PMF), ku wekî Heşdî Şebî jî tê zanîn) xistine.
Di encamê de, Îraq bûye yekem welatê ku bi êrîşên her sê aliyên di pevçûnê de
re rû bi rû maye.
Serokwezîr Mihemed Şeyah El Sudanî di destpêka şer û pevçûnê de li hemberî
êrîşên dawî yên li ser Îraqê got:Em li dijî şer in û emê nehêlin Îraq ji aliyê
ti welatekî ve were bindestkirin û em êrîşên ku ji aliyê her sê neteweyan ve bi
hincetên cûrbecûr têne kirin bi tundî şermezar dikin.
Serokwezîr tekez kir ku divê hemû welat rêz li serweriya Îraqê bigirin û ji
xetereya aştiya welêt dûr bisekinin û got: Îraq ne beşek ji şerê herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

