Salih Muslim ji ber nexweşiyekê koça dawî kir
Kurdistan 09:56 PM - 2026-03-11
Medya
Salih Muslim
Rêwî û
têkoşerê doza xwe ya Kurdî, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya
Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim di temenê 75 saliyê de li nexweşxaneyeke
bajarê Hewlêrê yê Başûrê kurdistanê ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest
da, wê cenazeya wî derbasî Rojava bê kirin. Di oxira doza Kurdî de şehîd Salih
Muslim têkoşîn û kedekî mezin daye.
Jiyannameya
Salih Mslim
Salih
Muslim ji gundê Şîran yê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye, ji malbateke
welatparêz e, Muslim endazyarekî kîmyewî ye, di 1977’an de ji zanîngeha Îstenbolê
ya teknîkî derçû û wek endazyarekî kîmyewî di salên 1980’î de li Erebistana
Siûdî kar kir.
Ji salên
1970’î ve tev li tevgera siyasî dibe.
Ji
damezrînerên PYD’ê ye û gelek erk di nava patiyê de girtin.
Di di 2010’an de dibe serokê wê an ku beriya sîstema hevserokatiyê di partiyê
de were avakirin.
Di
2012’yan de ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin û di 2015’an de jî careke
din dibe hevserokê partiyê.
Piştî
aloziya Sûriyê, Salih Muslim dibe cîgirê Desteya Hevrêziya Niştîmanî (Heyet
El-Tensîq) beriya ku partî jê vekişe.
Her wiha
erkê endamtiya Nivîsgeha Siyasî ya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk tîne.
Di
2013’yan, 2014’an û 2015’an de erka diyalog û danûstandinê li ser navê
Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Turkiyê re werdigire.
Li ser
asta Kurdistanî jî, Salih Muslim erka endametiya Desteya Kurd ya Bilind digre,
her wiha yek ji endamên şandeya TEV-DEM’ê di peymana Dihokê ya bi ENKS’ê û
peymana Hewlêrê bû.
Endamê
KNK’ê ye û ji endamên pêkanîna diyalogê kurdî-kurdî bi navê PYD’ê bi ENKS’ê re
bû.
Hêzên
ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek caran Salih Muslim girt.
Yekemîn
car di 2004’an de bû ku 4 mehan di girtîgehê de ma û îşkence lê hat kirin.
Di
2006’an de li Helebê dîsa hat girtin û meh û nîvekê ragirtî ma.
Di
2018’an de ji hêla rejîma dewleta Turk û dewleta Çekê ve komployeke li dijî
Salih Muslim li paytexta Çekê Pragê hate kirin û hewl dan wê bigirin.
Piştî
hefteyekê hate ragirtin, hate berdan.
Ew yek jî
hemwextî êrişa dewleta Turk li ser kantona Efrînê bû.
Di 18 û
19'ê Hezîranê (2022) de bi beşdariya 700 delegeyî 9. Kongreya Partiya Yekitiya
Demokratîk (PYD) pêk hat.
Di wê
kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim bûn
hevserokên nû yên Meclisa Giştî ya PYD'ê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

