Penorama Serhildanê
Kurdistan 03:03 PM - 2026-03-05
PUKMEDIA
Serhildana Raperîn
Evro 35 sal bi ser serhildana bihara sala 1991an re derbas
dibin. Di roja 5ê Adara 1991an de, bo cara yekem serhildana xelkê Kurdistanê li
Ranyeyê dest pê kir, di heman rojê de Ranye, Çwarqurnê, Deşta Bêtwên, Haciyawa
û Serkepkan hatin rizgarkirin.
Roja din, 6ê Adara 1991an, her du navçeyên Baziyan û Deşta
Pişder hatin rizgarkirin.
Di roja 7ê Adara 1991an de xelkê Silêmaniyê serî hilda û
heta sibê "Emne Sûreke" û "Muesker Selam" xistin bin
kontrola xwe.
Roja 8ê Adara 1991an, serhildan li Çemçemal, Helebce, Erbet,
Zerayen û Pîremegrûnê dest pê kir û rêyên sereke yên di navbera Silêmanî û
Kerkûkê de hatin kontrolkirin.
Di roja 9ê Adara 1991an de xelkê Koye, Şeqlawe û Ordgeya
Basirmeyê serî hildan.
Roja 10ê Adara 1991an, xelkê navçeyên Soran, Rewandiz, Hacî
Omeran, Mêrgesor, Çoman, Spîlk, Xelîfan, Herîr, Batas, Mesîf, Teqteq, Axceler û
Qerehencîrê serî hildan.
11ê Adara 1991ê xelkê bajarê Hewlêrê serî hildan û
her wê rojê komelgehên Kesnezan, Bineslawe, Daretû, Quştepe, Şawês, Pîrzîn, Meleomer,
Cedîde, Tobzawe, Kewrgosk, Behirke û Berhuştir hatin azadkirin.
12ê Adara 1991ê xelkê Celawla û Xaneqînê raperîn û
her wê rojê Mexmûr, Akrê, Bicîl, Sûrçiyayetî, Berdereş, Dînartê, Zêbar û Şêxan
hatin azadkirin.
13ê Adara 1991ê xelkê Zaxo û Deşta Silîvan raperîn;
li sînorê Kerkûkê jî bajarokê Pirdê hat azadkirin, li Germiyanê jî Kelar û
Cebare hatin azadkirin.
14ê Adara 1991ê xelkê bajarê Duhokê raperîn û her wê
rojê navçeyên Zawîte, Sersing, Dêrelûk, Şêladizê, Amêdî û Bamernê hatin
azadkirin.
15ê Adara 1991ê xelkê bajarokê Simêlê raperîn.
16ê Adara 1991ê Serbeşax, Qereçûx û Mexmûr hatin
azadkirin.
18ê Adara 1991ê bajarokê Pirdê û devdora wê hat
azadkirin.
19ê Adara 1991an , derdora Kerkukê hate rizgarkirin.
20ê Adara 1991an , xelkê Kerkukê serhildan kir û bajar hate rizgarkirin.
21ê Adara 1991an , agirê Nevrozê li Kerkukê hate vêxistin.
27ê Adara 1991an , artêşa Îraqê Kerkuk û di 31ê Adara 1991an de jî, artêşa Îraqê Hewlêr dagir kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

