12 welat ji bo rawestandina şer di navbera Amerîka û Îranê de hewla navbeynkariyê didin hewl didin
Cîhan 01:15 PM - 2026-03-05
Ajans
Îran
Berpirsekî payebilind ê Amerîkî eşkere kir ku12 welatan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re têkilî danîne da ku di şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê de, ku ketiye roja xwe ya şeşemîn, navbeynkariyê bikin da ku agirbestekê çêkin.
Rayedar ji CNN re got: Ji deme tundûtûjiyê de, çend welatan bi me re têkilî danîne, û destnîşan kir ku hejmar gihîştiye nêzîkî 12an, hinek ji wan xwestin ku bizanin eger dikarin bibin alîkar ji bo çareserkirina aloziyan, û me bi wan retêkilî danî.
Raportên berê nîşan dan ku îstîxbarata Îranê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji amadebûna xwe ya vekirina kanalên ragihandinê di derbarê awayê bidawîkirina şer de, agahdar kiriye, û rave kiriye ku peyam bi rêya welatekî sêyemîn ji CIA re hatine şandin.
Lêbelê, Ajansa Nûçeyan a Tesnîm ji zarê rayedarekî Îranî vegotiye ku Tehranê tu peyam ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re neşandiye û "bersiva peyamên wê nade."
Her weha berpirsên Amerîkî ji CNN re piştrast kirin ku ti danûstandin di rê de nînin û,di pêşeroja nêzîk de "ne mimkûne ku ti çareseriyek derkeve holê, ji ber ku daûstandinên cidî li ser rawestandina operasyonên leşkerî tune ne. Heta niha di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de ti danûstandinek rastîn a peyaman çênebûye. Herwiha nûnerê Amerîkî Steve Wittkopf, ku berî êrîşan sê dewreyên danûstandinan bi Îranê re birêve bir, ti têkilî wî bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Êraqçî re, ku berê pê re peyamên nivîskî parve kiribû, û ne jî bi berpirsê ewlehiya neteweyî yê Îranê Elî Larîcanî re tine bûn.
Berpirsekî payebilind ê Amerîkî got: Em ti navbeynkaran bikar naynin. Ev operasyoneke leşkerî ye û divê rêça xwe bidome.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

