Malîkî berpirsyariya vekişînê dixe stuyê Çarçoveya Hemahengiyê
Îraq 11:09 AM - 2026-03-04
PUKMEDIA
Erşîf/ civîna çarçoveya hemahengiyê
Şeva borî Çarçoveya Hemahengiyê civîya û li gorî zanyariyan, di civînê de biryar dane ku Nûrî Malikî ji berbijêrbûna ji bo avakirina hikûmetê vekişînin. Endamekî xula pêşû ya Civata Nûneran a Îraqê jî dibêje: Malikî berpirsyariya biryara vekişîna xwe dixe stuyê serkirdayetiya Çarçoveya Hemahengiyê.
Karwan Yarweys, endamê xula pêşû ya Civata Nûneran a Îraqê ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî agahiyên min, civîn bêyî amadebûna Malikî bûye. Wekî me berê jî gotibû, Malikî berpirsyarîya biryara vekişînê dixe ser milê serokatiya Çarçoveya Hemahengiyê, da ku li pêşberî raya giştî ya Şîe wekî tawîzdar neyê naskirin.
Hevdem, Çarçoveya Hemahengiyê di daxuyaniyekê de civîn piştrast kiriye, lê behsa biryara vekişîna Nûrî Malikî ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Îraqê nekiriye, tenê amaje bi wê yekê kiriye ku divê hewildan werin yekxistin ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û Çarçoveya Hemahengiyê dê piştgir be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

