Ji ber şer 11 hezar geştên esmanî hatine betalkirin
Cîhan 01:43 PM - 2026-03-03
Elaf
Balafirgeha Dubey
Bi destpêkirina şerê Îsraîl-Amerîka li dijî Îranê û bersiva
Îranê ya li hember êrîşan, piraniya mezintirîn şîrketên esmanî yên cîhanê
geştên xwe yên bo welatên herêmê betal kirine, li gorî anketekê, zêdetirî 11
hezar geşt hatine pûçkirin.
Ji destpêka şer ve, Îran û Îsraîlê qada xwe ya esmanî ji bo hemû geştan
girtine, û Îraqê jî hemû geşt betal kiriye û qada xwe ya esmanî girtiye.
Di heman demê de, Qeter Airways ji ber girtina Qeter Airways geştên xwe betal
kiriye.
Qeter Airways hîn roja ji nû ve destpêkirina geştan eşkere ne kiriye, wê
bi daxuyaniya fermî ya Desteya Esmanî ya Sivîl a welêt ve girêdide û ji rêwiyan
dixwaze ku bi riya sepanan kontrol bikin.
Di heman demê de, şîrketa Esmanî ya Fransî Air France got: Ewê betalkirina
geştên bo Tel Aviv, Beyrût, Dubeyî û Riyad heta 5ê Adarê dirêj bike, bi behaneya
berdewamiya aloziyan li herêmê.
Di heman demê de, şîrketên esmanî yên neteweyî yên Îmaratên Yekbûyî yên Erebî,
di nav de Emirates Airlines û Fly Dubey, geştên xwe ji bo roja sêyemîn betal
kirine, Emirates betalkirinê heta roja Sêşemê, 3ê Adarê dirêj kiriye, lê Fly
Dubey bernameya xwe li gorî guhertinan diguherîne.
Turkiyr hemû geştên esamnî yên bo Îran, Îraq, Urdun, Sûriye û Lubnanê heta roja
Înê betal kirine, û roja Sêşemê biryar da ku hemû geştên esmanî yên bo Qeter,
Kuweyt, Behrêyn û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî betal bike.
Di heman demê de, şîrketa esmanî ya Îsraîlî Elî ragihand ku hemû balafirên xwe
ji axa Îsraîlê derxistiye û hemû qada esmanî ya Îsraîlê ji bo balafirên sivîl
girtiye.
Li gorî Wall Street Journal, ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 11 hezar geşt
hatine betalkirin, ku bandor li nêzîkî 1.5 milyon geştiyaran li çar aliyên
cîhanê kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

