Îran:Emê keştîyên bixwazin ji Tengava Hurmuz derbas bibin gulebaran bikin
Cîhan 10:38 AM - 2026-03-03
AP
Keştiya balafirhilgir ya USS Dwight D Eisenhower ji Tengava Hurmuzê derbasî Kendava Erebî bû
Li gorî medyaya
dewleta Îranê,Fermandarekî Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) got:Tengava
Hurmuzê girtî ye û hişyarî da ku her keştiyek ku hewl bide derbas bibe dê rastî
êrîşê were,
Îbrahîm Cebarî, şêwirmendê payebilind yê fermandarê giştî yê IRGC, roja Duşemê
got: Tengava Hurmuzê girtî ye,eger kesek hewl bide derbas bibe, qehremanên
Sipaha Pasdaran û hêzên deryayî yên birêkûpêk dê wan keştiyan bişewitînin.
Tehranê wekî beşek ji tolhildana xwe ya ji bo kampanyaya bombebaranê ya Îsraîl
û Amerîka ku roja Şemiyê dest pê kir û Rêberê Bilind yê Îranê Ayetulah Elî
Xameneyî û rayedarên din yên payebilind kuştin, binesaziya ku ji bo hilberîna wuzeyê
ku cîhanê girîng e hedef girtiye.
Cebarî di postekê de
li ser kanala Telegramê ya IRGC got: Emê êrîşî boriyên petrolê jî bikin û emê
nehêlin ku dilopek petrolê ji herêmê derkeve,bihayê petrolê dê di rojên pêş de
bigihîje 200 Dolaran.
Navbirî ji bo ajansa nûçeyan ya nîv-fermî Tesnim got: Amerîkî, bi deynên bi
hezaran Milyar Dolaran, bi petrola herêmê ve girêdayî ne, lê divê ew bizanin ku
dilopek petrolê jî nagihîje wan.
Tengava Hurmuz - ku bi berfirehî wekî riya herî girîng ya hinardekirina petrolê
ya cîhanê tê hejmartin hilberînerên sereke yên Kendavê, di nav de Erebistana
Siûdî, Îran, Îraq û ,Îmaretên Yekbûyî yên Erebî, bi Kendava Oman û Derya ya
Erebî ve girê dide.
Girtina wê piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de
hat, ku armanca wan qelskirina serokatiya welêt bû, Serokê Amerîka Donald Trump
bi eşkereyî diyar kir ku Washington dê piştgiriyê bide gelê Îranê di hewldanên
ji bo rakirina sazûmana olî ya desthilatdar de.
Di bersivê de, Îranê gelek êrîşên mûşekî li ser welatên Kendavê yên ku
baregehên leşkerî yên Amerîkî lê ne, di nav de Qeter, Kuweyt û Behrêyn, dan
destpêkirin,êrîşên din li dijî Îmaretên Yekbûyî yên Erebî, Erebistana Siûdî û
Omanê hatin ragihandin.
Nêzîkî %20ê xerckirina rojane ya petrolê ya cîhanî bi riya Tengava Hurmuz derbas
dibe, ku li xala xwe ya herî teng bi qasî 33 kîlometreyan (21 mîl) fireh e, ku
ew dike yek ji xalên deryayî yên herî hestyar yên stratejîk yên cîhanê.
Çavkanî: Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

