Sûdanî: Em rê nadin Îraqê bikeve nav şer û pevçûnan
Îraq 04:58 PM - 2026-03-02
PUKMEDIA
Encumena wezîran
Di civîneke awarte ya Encumena Wezîran de Sûdanî ragihand: Em ê li dijî her
hewleke ku ewlehiya welat têk bibe bisekinin û em rê nadin tu aliyekî ku Îraqê
bikişîne nav nakokiyan.
Mihemed Şeya Sûdanî, Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê
Hêzên Çekdar, serokatiya civîneke awarte ya Encumena Wezîran a ji bo Ewlehiya
Neteweyî kir û ferman da hêzên ewlehiyê ku li dijî her hewleke têkdana ewlehiya
welat bisekinin û tekez kir: Em rê nadin tu aliyekî ku Îraqê bikişîne nav
nakokiyên herêmê, biryara şer û aştiyê tenê di desthilata dewletê de ye.
Sûdanî her wiha ragihand: Hikûmet pabende bi parastina
balyozxane û saziyên hestiyar û rêgirtina li her êrîşekê bo ser wan.
Di civînê de behsa bandorên aborî yên şerê li herêmê hate
kirin û wezîrên têkildar planên xwe yên ji bo dabînkirina sotemenî, enerjî û
ewlehiya xurekê pêşkêş kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

