HSD: Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Hundir derbarê Kampa Holê de bêberpirsiyar û şaşe
Kurdistan 10:53 PM - 2026-02-25
PUKMEDIA
Logoya HSD
Di derbarê pêşketin û geşedanên dawî yên li kampa El Holê û daxuyaniyên
şaş ên Wezareta Karên Hundir, Hêzên Sûryeya Demokratîk bi rêya daxuyaniyekê zelaliyek belav kir. ku ev naveroka daxuyaniyê ye:
Hêzên me daxuyaniyên ku ji hêla Berdevkê Wezareta Karên
Hundir a hikûmeta Şamê ve hatine dayîn dişopînin, ku tê de wî hewl da ku ji
berpirsiyariya tiştên ku li kampa El Holê qewimîn û têkçûna eşkere ya
birêvebirina rewşê li wir piştî kontrolkirinê, bireve.
Berî van bûyeran êrîşên rasterast û kombûna leşkerî ji hêla
komên girêdayî Şamê ve ber bi kampê ve hatin. Pevçûn gihîştin derdora wê, bi
tevgerên hevrêzkirî di nav kampê de ji hêla malbatên endamên DAIŞê ve hevdem
bûn. Di nav bêdengiya navneteweyî de, hêzên me neçar man ku vekişin da ku pêşî li
wê yekê bigirin ku kamp bibe qada şer a vekirî.
Piştre, ev kom ketin kampê û dest bi qaçaxçîtiyê malbatên DAIŞê
li ber kamerayên xwe kirin. Ev operasyonên qaçaxçîtîyê bi eşkereyî û bi delîlên
belgekirî zêdetirî hefteyekê, di bin çavên hişyar de û bi hevkariya karmendên
Wezaretên Parastinê û Karên Hundir ên hikûmeta Şamê berdewam kirin.
Berpirsiyarên vê rewşê ew saziyên ku di wê demê de kontrol û rêveberiya rastîn
girtin ser xwe ne. Ev rastî bi delîlên deng û vîdyoyê hatine belgekirin û bi
daxuyaniyên medyayê yên şaş nayên veşartin.
Hêzên me û rêveberiya kampê bi salane erkên xwe yên mirovî,
exlaqî û ewlehiyê bi cih anîne, tevî zehmetiya vê pirsgirêkê, nebûna piştgiriya
têrker û pirsgirêkên ewlehiyê yên berdewam. Xema me ya sereke û dawîn parastina
niştecihan û pêşîgirtina ji nû ve avakirina şaneyên DAIŞê di hundir an derveyî
kampê de ye.
Ji ber vê yekê, daxuyaniyên bêberpirsiyar ên ku ji hêla
berdevkê Wezareta Karên Hundir ve hatine dayîn, nikarin ji hewldanên siyasî yên
ji bo şaşkirina raya giştî û dûrxistina balê ji kêmasiyên ewlehî û îdarî yên ku
di serdema kontrola kampê de ji hêla wan aliyan ve dihatin, werin veqetandin.
Li gorî vê yekê, em piştrast dikin:
Vekişîna hêzên me encamek rasterast a êrîşa leşkerî û
kombûna leşkeran bû ku ji hêla Şamê ve kamp û derdora wê armanc digirt.
Veguhastin û qaçaxçîtiya malbatên DAIŞê piştî ketina komên
Şamê û beşdariya wan a rasterast di van operasyonan de çêbû.
Di salên borî de, hêzên me aliyê herî pabend bûn ku vê
pirsgirêka tevlihev li gorî pîvanên mirovî û ewlehiyê yên herî bilind birêve
bibin.
Navenda Medyayê ya HSD
25ê Şibata 2026an
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

