Hişyariyek Navdewletî derbarê çarenivîsa nediyar a bi hezaran girtiyan li kampên Sûriyê
Cîhan 11:29 AM - 2026-02-25
PUKMEDIA
Human Rights Watch
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan hişyarî da ku çarenivîsa nêzîkî 8500 girtiyên ku guman tê kirin endamê rêxistina DAIŞê ne ne diyare, bi taybet piştî girtina kampa El-Hol û ragihandina girtina nêzîk a kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyê. Rêxistinê banga xwe ya ji bo vegerandina welatiyên biyanî bo welatên wan û garantiya parastina wan dubare kir.
Rêxistinê aşkire kir ku "kampên El-Hol û Roj heta nîvê Çile nêzîkî 28,000 kes digirtin, di nav wan de zêdetirî 12,000 biyanî ji zêdetirî 60 welatan, ji bilî bi hezaran Îraqî hebûn.
Adam Kogle, cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn li Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan got, Bi salane ku hikûmetan digotin ji ber ku aliyê ku serpereştiya girtîgehan dikin ne fermî ne ew nikarin vêre danûstandin bikin û welatiyên xwe vegerînin, lê niha ev hincet êdî nayê qebûlkirin. Heft sal pir dirêje ji bo derengxistina çareseriyekê. Divê ev welat welatiyên xwe vegerînin .
Ji dema ku hikûmetê di 20ê Çile de kampa El-Hol kontrol kiriye, nifûs kêm bûye, gelek ji wan bi awayekî ne birêxistinkirî û tawşankî derketine.
Rêxistinê hişyarî da ku "ev derketinên bêrêkûpêk jin û zarok xistine ber xetereyên bazirganî û leşkerkirina ji aliyê komên çekdar ve, û daxwaza "garantiya parastin, lênihêrîna tenduristiyê û piştgiriya psîkolocî, û her weha rêkarên qanûnî yên dadperwer ji bo her kesê ku bi kirina sûc tê tawanbarkirin" kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

