El-Nuiman: Me 4500 terorîst ji Sûriyê veguhestin zindanên Îraqê
Îraq 09:36 PM - 2026-02-12
PUKMEDIA
Kampa Holê
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Sebah el-Nuiman,
roja Pêncşemê piştrast kir ku veguhestina girtiyên DAIŞê li gorî hesabên rast
hatiye kirin. Wî diyar kir ku bicihkirina wan di girtîgehan de bê pirsgirêk
qediya ye, û destnîşan kir ku heta niha 4,500 kes hatine veguhastin.
El-Nuiman ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re got: Hikûmeta Îraqê
bi baldarî hûrgiliyên biryara stratejîk a hikûmetê ya veguhestina endamên
rêxistina DAIŞ a terorîst ji Sûriyeyê bo Îraqê zelal kir, ku ev yek li ser
bingeha bûyerên dawî û nearamiyê hat girtin.
Wî anî ziman ku: "Ev biryar ji bo rêgirtina li reviyana
van terorîstan ji girtîgehên Sûriyeyê û ji bo misogerkirina neveguhastina wan
bo bombeyeke çandî ku gefê li ewlehiyê dixwe hat girtin. Loma biryara hikûmetê
wêrekane bû û li ser bingeha hesabên hûr û rênimayên plankirî hatibû dayîn, da
ku bêyî rûdana tu pirsgirêkan bên veguhestin û di girtîgehên Iraqê de bên
bicihkirin.
El-Nuiman diyar kir ku hejmara endamên DAIŞê yên ku hatine
veguhastin û di girtîgehên Îraqê de girtî ne gihîştiye zêdetirî 4,500
terorîstan, û destnîşan kir ku veguhestina wan bi hevrêziya di navbera
rayedarên Îraqî û hevpeymaniya navneteweyî de pêk hatiye.
El-Nuiman rave kir ku hikûmetê, bi rêya Serokwezîr û Wezîrê
Karên Derve, gelek caran bang li hikûmetên biyanî kiriye ku welatiyên xwe yên
terorîst vekişînin û wan vegerînin welatên wan, û tekez kir ku "ev
berpirsiyariyeke navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz kiriye, lê
bersiva navneteweyî qels dimîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

