Karwan Enwer: Girtina Kanala 8ê armancgirtina Silêmaniyê ye
Kurdistan 03:13 PM - 2026-02-12
PUKMEDIA
Karwan Enwer
Êrîşên elektronîkî yên li ser medya û tora civakî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin.
Îro ji ber van êrîşan, rûpela Kurdî/Soranî ya Dezgeha
Medyayî ya "Channel 8" di tora civakî ya Facebookê de hat
neçalakkirin. Sekreterê şaxê Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
radigihîne ku Silêmanî li beramberî êrîşeke çir a elektronîkî ye û ev êrîş ji
aliyê kesên pispor ve tên kirin, her wiha gelek caran Fermangeha Medya û
Zanyarî ya hikûmetê agahdar kirine, lê tu bersiva wan nebûye.
Karwan Enwer, Sekreterê şaxê Silêmaniyê ya Sendîkayê ji
malpera fermî ya YNKê (PUKMEDIA) re ragihand: Tevahiya rûpel, hesab û
platformên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê di bin gefa êrîşên elektronîkî û
girtinê de ne. Ji ber ku ev pirsgirêk ne pirsgirêkên teknîkî, copyright ne,
belku êrîş ji aliyê kesên pispor ve tên kirin û bi taybetî medyayên Silêmaniyê
dikin armanc. Neçalakkirina rûpela Kurdî/Soranî ya Dezgeha Medyayî ya Channel 8
jî di vê çarçoveyê de ye.
Her wiha got: "Beriya niha me gelek kor û semîner ji bo
hişyarkirina li ser êrîşên elektronîkî yên li ser medya û medyaya civakî ya
Silêmaniyê li dar xistine. Gelek caran me daxwaza xwe gihandiye Fermangeha
Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêmê û me gotiye ku divê hikûmet rê li ber van
êrîşan bigire û agahdarî wan bibe, lê heta niha tu bersiva wan nebûye.
Saziya kenala 8 îro sibê ragihand ku rûpela wê ya Facebookê
ya bi zimanê Kurdî/Soranî rastî êrîşên elektirînîk û giliyên ne heq hatiye, ku
ev yek bûye sedema neçalakkirina wê ji aliyê Meta ve.
Di daxuyaniyekê de, kenalê got ku êrîşên elektirîno li ser
platformên wê yên medyaya civakî ji mehekê zêdetir berdewam dikin, û armanca
van êrîşan sînordarkirina azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê ye.
We destnîşan kir ku êrîş di sê rojên borî de zêde bûne, û
bang li hikûmet û rayedaran kir ku baweriya xwe bi çapemeniya azad û
rojnamegeriya profesyonel bînin.
Kenalê van êrîşan wekî hewldan bû ku azadiya ramanê li
Herêma Kurdistanê bixe jêr pirsiyarî û nîşandana wêneyek neyînî ya azadiya
ramanê li Kurdistanê ji civaka navneteweyî re veguhazîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

