Qubad Talebanî: Li Kurdistanê derfetên veberhênanê ji bo Kampaniyên Kuwêtê hene
Kurdistan 01:36 PM - 2026-02-12
PUKMEDIA
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,
pêşwazî li Hesen Mihemed El-Zeman, Balyozê Kuwêtê li Îraqê kir.
Di hevdîtinê de, ku Osman El-Dawud Konsulê Giştî yê Kuêytê
li Herêma Kurdistanê jî beşdar bû, her du aliyan li ser têkiliyên dîrokî yên di
navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuwêtê de axivîn. Wan tekezî li ser
pêwîstiya xurtkirina van têkiliyan di warên cûda de, bi taybetî di warên aborî
û bazirganî de kirin.
Balyozê Kuwêtê daxwaza welatê xwe ya ji bo baştirkirina
têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re piştrast kir. Di vî warî de, Cîgirê
Serokwezîr bal kişand ser siyaseta Hikûmeta Herêmê ya piştgiriya veberhênanên
biyanî û got: Ji bo kampanî û veberhênerên Kuwêtê derfetên girîng hene ku
beşdarî pêşkeftina Herêma Kurdistanê bibin, û hikûmet amade ye ku her tesîs û
piştgiriya pêwîst ji wan re peyda bike.
Derbarê rewşa li
herêmê û Îraqê de, her du aliyan girîngiya çalakiyên hevbeş ên berfireh li ser
asta navxweyî û navneteweyî ji bo parastina aramiya li herêmê, bi taybetî li Îraqê,
tekezî kirin. Balyozê Kuwêtê piştrast kir ku Kuwêt, wekî welatekî cîran,
piştgiriyê dide Îraqek aram, bihêz û geş.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

