Barot: Peymana di navbera HSD û Şamê de mafên Kurdan û şerê li dijî DAIŞê xurt dike
Kurdistan 03:41 PM - 2026-02-05
PUKMEDIA
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot
Wezîrê Derve yê Fransayê ji Şamê piştrast kir ku ewê îro
Pêncşemê 5/2/2026an, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi Fermandarê Giştî
yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bicive. Wî destnîşan kir ku peymana di
navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de mafên Kurdan û têkoşîna dijî "DAIŞ"ê
xurt dike, her wiha piştgiriya Fransayê ji bo avakirina paşerojeke nû ji bo
gelê Sûriyeyê ragihand.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, piştî hevdîtina
xwe ya bi Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya li Sûriyeyê Esed Şîbanî re li Koşka
Tişrîn a Şamê, diyar kir ku ew ê li Hewlêrê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên
Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî vê peymanê gotûbêj bike. Barrot amaje bi wê kir
ku hevkariya di navbera Hikûmet û HSDê de hewildanên têkoşîna dijî
"Rêxistina Dewleta Îslamî" xurt dike û ev yek ji bo Fransayê
pêşengiyeke sereke ye.
Wezîrê Fransî tekez kir ku welatê wî dê hemû piştgiriya
pêwîst pêşkêşî Sûriyan bike da ku berdewamiya karê hikûmetê mîsoger bibe. Wî
destnîşan kir ku Fransa li kêleka gelê Sûriyeyê ye, yê ku îro derfet ji bo wî
çêbûye ku paşerojeke nû ava bike.
Serokê dîplomasiya Fransayê îro dest bi geşteke Rojhilata
Navîn kir ku bi serdana Şamê dest pê kir. Tê payîn ku serdana Bexda û Hewlêrê
jî bike û biryar e sibe Înê bi serdana Beyrûtê dawî li geşta xwe bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

