Neteweyên Yekbûyî: Gefa rêxistina terorîst a DAIŞê zêde bûye û aloztir bûye
Cîhan 11:08 AM - 2026-02-05
PUKMEDIA
Wekîlê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Dijî Terorê Alexander Zuev
Wekîlê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Dijî
Terorê Alexander Zuev, îro pêncşemê hişyarî da ku gefên rêxistina DAIŞê bi
awayekî berçav zêde dibin û her ku diçe aloztir û piralî dibin.
Zuev di agahdarkirina xwe ya li pêşberî Encumena Ewlekariya
Navdewletî de li ser rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya derbarê
"gefa DAIŞê bo ser aştî û ewlehiya navdewletî" tekez kir ku
"tevî zextên navdewletî yên berdewam ji bo qelskirina wê, rêxistina terorî
bi şaxên xwe ve berdewame di leşkerkirin û nîşandana berxwedaneke mezin de.
Her wiha destnîşan
kir ku "rêxistin bi şaxên xwe ve berdewame di birêkirina şerkerên terorîst
ên biyanî de û bikaranîna teknolojiyên nû û derketî di çalakiyên xwe yên
terorîstî de xurtir dike.
Zuev eşkere kir ku DAIŞê kariye bi rêyên neyasayî çavkaniyên
xwe yên darayî biparêze, di nav de berhevkirina drav bi rêyên neqanûnî,
sepandina bacên yasayî û revandina mirovan di berdêla fidyeyê de.
Berpirsê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku DAIŞ hîn jî li Îraq
û Sûriyeyê çalake û got: Rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê hîn jî pir hestyare, ku
DAIŞ valahiya di rêveberiyê de û derxistina nekokiyên mezhebî bikar tîne.
Wî destnîşan kir ku rewşa mirovî li kampên li
bakur-rojhilatê Sûriyeyê hîn jî xirabe, bi hezaran kes ku piraniya wan jin û
zarok in, rastî binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam tên û bi sînordarkirinên
gihîştina av, xwarin, lênihêrîna tenduristiyê û perwerdeyê re rû bi rû ne.
Wî got, Vekişîna Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji kampa
el-Hol di 21ê Çile de bûye sedema pirsgirêkên operasyonel û mirovî yên nû.
Welîkê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên
Yekbûyî her wiha destnîşan kir ku li Afganistanê, DAIŞ-Xorasan hîn jî yek ji
gefên herî cidî ji bo herêmê û derveyî wê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

